Kongreya Star a Til Temirê şehîd Sema Yûce bi bîr anî

Kongreya Star a navçeya Til Temirê 23`yemîn salvegera şehîd Sema Yûce ku siyaseta dagirkeriya Tirk red kir û agir berda canê bi bîr anî.

Kongreya Star a Til Temirê şehîd Sema Yûce bi bîr anî
17 hezîran, 2021   13:46
HESEKÊ

17`ê Hezîranê, salvegera 23`yemîn a şehîd Sema Yûce (Serhildan) e ku 21`ê Adara 1988`an di girtîgeha faşîzma Tirk de agir berda canê xwe, dewleta Tirk jî rê neda ku were dermankirin û di 17`ê Hezîrana heman salê de gihaşt asta şehadetê.

Bi armanca bibîrxistina salvegera şehîd Sema Yûce, Kongreya Star a navçeya Til Temirê semînerek da û bi dehan welatî û endamên saziyên sivîl beşdar bûn.

Semîner li Meclisa Mealbatên Şehîdan a navenda bajêr li dar ket û tê de îşaret bi jiyana şehîd Sema Yûce û têkoşîna ku di nava tevgera azadiyê de daye meşandin, hate kirin.

Semîner bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Kongreya Star a navçeya Til Temirê Zehra Emîn axivî û behsa nameya şehîd Sema Yûce kir.

Dûvre endama rêveber a Kongreya Star Gulêxan axivî û got: "Şehîd Sema sûcên dagirkeriya Tirk red kirin, ji lew re agir berda bedena xwe û ji dijmin re isbat kir ku vîna jinan ji texmînên wan xurttir e."

Gulêxan da zanîn ku şehîd Sema Yûce piştrast kir ku jin agir û şoreşa Kurdan e ku dijminê Kurd her carê hewl didin vîna wê bişkînin.

Semîner bi sloganên"Şehîd namirin û bijî berxwedana jina azad" bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j91-3lFvdrM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>