Çapemeniya Misirê: Ji ber ku dewleta Tirk daxwaz pêk neanîn, dan û standin taloq bûn

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Misirê dan û standinên bi dewleta Tirk re hatine derengxistin ji ber ku dewleta Tirk daxwazên wê pêk neanîne û têkildarî rêzgirtina ji serdestiya Lîbyayê pabendiyên nivîskî jê xwestine.

Çapemeniya Misirê: Ji ber ku dewleta Tirk daxwaz pêk neanîn, dan û standin taloq bûn
17 hezîran, 2021   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî toreya El-Erebiye ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, Misirê dan û standinên bi dewleta Tirk re dereg xistine ji ber ku dewleta Tirk şert û daxwazên Misirê pêk neanîne.

Çavkaniyan bi bîr xist ku Qahîreyê ruxmî ku Enqere red dike lê dev ji dawaza xwe ya radestkirina hinek kesan bernade. Li aliyekî din jî dewleta Tirk daxwazên Misirê yên kêmkirina hejmara hêzên xwe yên li Lîbyayê red dike.

Li gorî heman çavkaniyan Misir lidarxistina dan û standinan, bi vekişîna hêzên dewleta Tirk ji Lîbyayê ve girê da û diyar kir ku Qahîre der barê rêzgirtina ji serdestiya Lîbyayê de pabendiyên niviskî dixwaze.

(şx)