​​​​​​​Murat Çepnî: Êrişa li dijî HDP’ê bi destê Wezareta Karên Hundir hate plankirin

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Murat Çepnî got êrişa li ser avahiya HDP'ê ya bajarê Îzmîrê yekser bi destê Wezareta Karên Hundir hatiye birêxistinkirin.

​​​​​​​Murat Çepnî: Êrişa li dijî HDP’ê bi destê Wezareta Karên Hundir hate plankirin
17 hezîran, 2021   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îzmîrê êrişkarekî nîjadperest ku di nava çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî yên Sûriyê de jî maye, bi çek avêt ser rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê. Piştî ku êrişkar agir berda avahiyê, xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kir.

Êrişkarê bi navê O.G. hate destgîrkirin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Murat Çepnî diyar kir ku êriş yekser ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatiye plankirin.

Çepnî got: "Mîna êrişa çend roj berê ya li dijî Navenda Giştî ya HDP'ê ya li Enqereyê hate kirin, ev êriş jî birêxistinkirî ye. Em di demeke wiha de ne, desthilatdarî ji bo ji nava çala ku ketiyê derkeve, provokasyonên li dijî partiya me ji nû ve xistine dewrê. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li HDP'ê derkeve û li dora HDP'ê bicive."

Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî got: "Mehên dawî me hewl didan li hemberî êrişên bi vî rengî tedbîran bigirin. Ji ber ku desthilatdarî bi xwe bûye tetikkêş, bûye kujer."