​​​​​​​Salek di ser Qanûna Qeyser re derbas bû… bandorên wê li ser gelê Sûriyê

Di 17`ê Hezîrana 2020`an de DYA`yê yekemîn cezayê Qanûna Qeyser li ser hikumeta Şamê ferz kir. Tevî ku vê yekê bandor li gelê Sûriyê kir lê ev qanûn nebû sedem ku Şam li gorî xwestekên civaka navneteweyî hin tawîzan bide. Gelo qanûnê çawa bandor li gelê Sûriyê kir?

​​​​​​​Salek di ser Qanûna Qeyser re derbas bû… bandorên wê li ser gelê Sûriyê
17 hezîran, 2021   00:44
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Di 21`ê Kanûna 2019`an de serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump Qanûna Qeyser îmze kir. Paşê di 17`ê Hezîrana 2020`an de yekemîn ceza ferz kir. Bi vê yekê texmînên der barê hêza hikumeta Şamê de ku karibe encamên vê qanûnê tehemûl bike, derketin holê.

Qanûna Qeyser ji ber îtîrafên kesekî di tiba edlî ya polîsên leşkerî yên girêdayî hikumeta Şamê de dixebitî û paşê jê veqetiya û berê xwe da Fransayê. Wî kesî bi xwe re wêneyên bi hezaran sivîlan yên di girtîgehên îstixbarata Şamê de hatibûn îşkencekirinn, di navbera salên 2011-2013`an de, jî biribûn.

Kesê bi navê Qeyser ku kameravan bû, di Tîrmeha 2014`an de gihaşt Kongreya Amerîkayê û bû şahid, her wiha 55 wêne pêşkêş kirin lê qanûna cezakirinê derneket. Di Mijdara 2016`an de şandin Senatoyê û di Kanûna 2019`an de hate erêkirin.

Li gorî qanûnê ceza li wan kesan têne ferzkirin ku destê wan di sûcên şer li dijî gelê Sûriyê de hebe, balafiran difiroşin, xizmet, teknîk, agahiyên girîng pêşkêş dikin da ku berhemên petrolê û xizmetguzariyê yên ku hêzên leşkerî yên girêdayî Şamê bi kar tînin û xizmetên avakirinê û endazyariyê ji hikumeta Sûriyê re pêşkêş dikin.

Di encama wê de gelek çavdêran ev ceza erê kir û bi vê yekê hemû rêbazên destekdayînê heta ku hevalbendên wê Rûsya û Îranê re hatin qutkirin.

Hin kesan digot hêza Şamê dikare li hember vê qanûnê bisekine, lê çend meh derbas nekir, nexasim bi ketina nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî dolarê Amerîkî re, ev yek piştrast nebû.

Bi vê binketinê aborî re aloziyeke jiyanî çêbû. Buhayên kel û pelan deh qatan zêde bûn. Her wiha li ber stasyonên sotemeniyê û firinan ji ber qutbûna van madeyan, şênî kom bûn.

‘ZÛ YE KU BEHSA ENCAMÊN BERBIÇAV WERE KIRIN’

Tevî vê yekê jî lê bandor li hikumeta Şamê û berpirsên wê nebû. Têkildarî mijarê lêkolînerê siyasî û Semîr Ezam ev tişt got: "Qanûna Qeyser ku Kongreya Amerîkayê derxist, cezayên aborî li rejîmê ferz kirin. Ji wan ên girêdayî pêngava heyî û pêkanînê bi awayekî hilbijartî her wiha cudabûna hin rewşan wekî ku derfet were dayîn da ku petrola xam û tiştên ku jê têne derxistin, ji derve re werin şandin. Encamên qanûnê piştî salekê ne bi awayekî zêde bandor kir. Ji ber ku ceza bi pranî girêdayî pêvajoya ji nû ve avakirinê ye ku hê dest pê nekiriye. Ji ber vê jî hê zû ye ku behsa encamên berbiçav ên cezayan di vê pêvajoyê de were kirin."

Semîr Ezam wiha domand: "Qanûna Qeyser pêlek li dijî rejîmê ye, ne li dijî gelê Sûriyê ye. Anîna kel û pelan her wiha pêwîstiyên tenduristî, alavên veguhestinê ne di nava qanûnê de ne. Pirsgirêka gelê Sûriyê ne ji ber qanûnê ye lê belê ji ber lawazbûna zêde di hêza kirînê de ye."

DER BARÊ HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DE ÇI HEYE?

Têkildarî bandora li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Semîr Ezam wiha axivî: "Di esasê wê de pirsgirêka wê ne bi Qanûna Qeyser re lê belê bi vetoya Rûsya û Çînê re ya di Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de ye ku nahêle dergehên sînor bi herêmê re veke."

Her wiha Semîr Ezam diyar kir ku ji ber hebûna leşkerî ya Amerîkayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û derbasbûna karwanên artêşa Amerîkayê ji dergehên sînorê bi Iraq û herêma Başûrê Kurdistanê re ku rêyeke aborî ji herêmên Rêveberiya Xweser re ye, Amerîka dikare herêmê nexe nava cezayên Qanûna Qeyser lê pirsgirêk ji beriya qanûnê ve heye û ew jî girêdayî itîrafa Amerîkayê ya siyasî û qanûnî bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ev jî tiştekî din e ku projeya Amerîkayê ya dan û standinê bi aloziya Sûriyê re di aliyê siyasî û aborî re dike û bi dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destê dewleta Tirk re, her wiha bakurê rojavayê Sûriyê re wekî yek parçe dikare çareseriya siyasî ji tevahiya herêmên Sûriyê re bibîne.

Semîr Ezam bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ev çareseriya giştî nikare bigihêje wê bêyî ku guhertin di rejîmê de çênebe û çareseriya dawîn dê bibe alozî da ku hêzên Îranê û yên dewleta Tirk a dagirker ji Sûriyê derkevin. Qanûna Qeyser jî dê jixweber bi dawî bibe û pêvajoya ji nû ve avakirinê dest pê bike."

(bx)

ANHA