​​​​​​​Mihemed Xêr Şêxo: Aliyên biyanî li paş bûyera li Efrînê û bûyerên li Minbicê ne

Hevserokê Meclisa Rêvebir a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo êrişa li dijî nexweşxaneya Efrînê şermezar kir û diyar kir ku aliyên biyanî li paş wan bûyeran hene.

​​​​​​​Mihemed Xêr Şêxo: Aliyên biyanî li paş bûyera li Efrînê û bûyerên li Minbicê ne
17 hezîran, 2021   01:46
MINBIC- SELWA EBDUREHMAN

Kesên nenas bi gelek moşekan nexweşxaneya bajarê Efrînê di 12'ê Hezîranê de kir hedef, di encamê de sivîl hatin qetilkirin.

Têkildarî mijarê, hevserokê Meclisa Rêvebir a Minbicê, Mihemed Xêr Şêxo got ev sûcek ne exlaqî ye, her wiha hedefgirtina navendên tenduristiyê li gorî qanûn û pîvanên navneteweyî sûcekî dermirovî ye.

Li ser tawanbarkirina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku piştgiriya bombebaranê dike, Mihemed Xêr Şêxo got: “Hêzên Sûriya Demokratîk kiryarên wisa nabe were tawanbarkirin. QSD'ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku tu têkiliya wan bi bûyerê re tune ye.”

Xêr Şêxo wiha pê de çû: "Ne ji exlaqê QSD’yê e ku navendên tenduristî û karmendên tenduristiyê bike armanc, her wiha ne ji prensîbên peymana civakî ye ku navendên wiha bike armanc, lê pirs ev e; gelo dema bombebaranê tesaduf e?"

Xêr Şêxo diyar kir ku bombebarankirina nexweşxaneyê çend roj berî civîna G7 ne tesadûf e, lê hewldaneke li dijî QSD’ê ye. Şêxo axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em wek rêveberiya Minbicê bombebarankirina nexweşxaneya li Efrînê bi bûyerên vê dawiyê yên ku li Minbicê ji hev dûr nabînin."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-lU2shiZTqs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>