Bertekên li dijî kiryarên PDK'ê zêde dibin

Bertekên gel ên li dijî tevgerên PDK`ê û bêdengiya wê ya li hemberî êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk zêde dibin, her wiha bangên avakirina yekitiya neteweyî û çarserkirina doza kurdî didomin.

Bertekên li dijî kiryarên PDK'ê zêde dibin
17 hezîran, 2021   03:04
KOBANÊ- MEYSA EKARÎ

Rayedarên PDK'ê di 10'ê Hezîranê de, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û her du endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên li Hewlêrê Mistafa Xelîl û Mistafa Ezîz girtin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û PYD'ê girtina nûneran şermezar kir û banga serbestbedana wan kir, lê banga wan heta niha bê bersiv ma.

Gelên herêmê nerazîbûnên xwe der barê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û bêdengiya PDK'ê ya li hemberî va êrişan nîşan didin. Di rojên dawî de Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşên rûmetê yên li dijî xiyanet û dagirkeriyê hatin lidarxistin. Şêniyan di van çalakiyan de helwestên xwe ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re nîşan dan û hevkariya PDK'ê şermezar kir.

Têkildarî mijarê endama Meclisa PYD'ê ya herêma Firatê Bêrîvan Îsmaîl, girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê ji aliyê desthilata PDK'ê ve bi kiryarekî derqanûnî bi nav kir û got: "Heta niha em nizanin ji bo çi ev nûner hatin girtin. Li ser vê yekê divê hikumeta herêma Kurdistanê daxuyaniyekê ji raya giştî re parve bike û sedema girtina her sê nûneran zelal bike, lê bila bêdeng nemîne."

'DIVÊ BERXWEDANA GEL A LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BIDOME'

Der barê bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hember êrişên dagirkirinê de, Bêrîvan got: "Hikumeta Başûrê Kurdistanê hîn jî li hember binpêkirin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û xwezayê yên bi armanca tunekirina Kurdan û guhertina demografiya Kurdistanê bêdeng e. "

Bêrîvan Îsramîl diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê bi bêdengiya xwe li hember van sûcan, di tunekirina gelê Kurd de hevkarê dewleta Tirk e.

Di dawiya axaftina xwe de, Bêrîvan Îsmaîl bal kişand ser girîngiya domandina berxwedana gel a li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û piştgiriya ku gelê Kurd li her deverê nîşanî berxwedana gerîla dide. Her wiha diyar kir ku divê hemû aliyên Kurdî helwesta xwe li hember êrişên dewleta Tirk zelal bikin û yekitiya xwe ava bikin

`GİRTİNA NÛNERÊN RÊVEBERİYA XWESER Û PYD'Ê, XİZMETA BERJEWENDİYÊN DİJMİN DİKE`

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî a Herêma Firatê Hêlîn Hacim got: "Girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê li Başûrê Kurdistanê gavek e ku xizmeta berjewendiya dijmin dike, ji ber ku dijmin her gav dixwaze Kurdan ji hev parçe bike. "

Hêlîn Hacim wiha dom kir: "Di demekê de ku divê Kurd bibin yek û helwestên yekgirtî der barê êrişên li dijî hemû herêmên Kurdistanê de nîşan bidin û li hember van êrişan bisekinin, her wiha planên dijmin ên bidawîkirina Kurdan têk bibin, em tevgerên berevajî vê yekê ji hêla PDK'ê ve dibînin, ku tevgera wan xizmeta berjewendiya dijminê Tirk dike. "

`SİYASETA GİRTİNÊ Lİ BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ, DİŞİBE OPERASYONÊN QİRKİRİNA SİYASÎ ÊN Lİ BAKUR`

Hêlîn diyar kir ku siyaseta girtinê ji hêla PDK'ê ve, dişibe operasyonên qirkirina siyasî yên ku dewleta Tirk li dijî HDP'ê li Bakurê Kurdistanê dimeşîne ye.

Di dawiya axaftina xwe de, Bêrîvian PDK'ê hişyar kir ku nekeve bin bandora fitneyên ku dewleta Tirk di nav gelê Kurd de çêdike ye. Her wiha banga yekitiyê li dijî dagirkeriya Tirk kir.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/f5DG0kNX1zY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>