Cîgirê serokê senatoya Fransayê: Dibe ku derfeta lêdanê bidin Tirkiyê da ku li Kurdan bide

Cîgirê serokê Senatoya Fransayê Pierre Laurent ku li Herêma Kurdistanê hevdîtinan dike, got “Dibe ku di civîna bilind a NATO'yê de ku îro tê lidarxistin, derfetê bidin Tirkiyê ku li gorî dilê xwe êrişî Kurdan bike. Di encama dan û standin û tawîzan de Tirkiye dikare êrişî Kurdan bike.”

Cîgirê serokê senatoya Fransayê: Dibe ku derfeta lêdanê bidin Tirkiyê da ku li Kurdan bide
14 hezîran, 2021   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Senatorê Koma Welatiyên Komarparêz û Komunîsta Fransayê û Alîkarê Serokê Senatoya Fransayê Pierre Laurent ku weke endamên heyeta aştiyê çû paytexta  Herêma Kurdistanê Hewlêrê û li wir hevdîtinan dike, ji ANF’ê re axivî û hevdîtinên xwe yên li herêmê nirxand. Laurent got: “Yên ku di dema têkoşîna dijî DAIŞ'ê de ji Kurdan re çepik lê dixistin, divê niha berê xwe nezîvirînin û li ber êrişên Tirkiyê rabin.”

Laurent, diyar kir ku ji bo li dijî êrişên Tirkiyê yên li ser herêma Kurdan bisekine û piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd nîşan bide ew hatiye herêmê û wiha got: “Ji bo nerazîbûnê nîşanî bêdengiya çapemeniya Ewropa û Fransayê bidin em li vir in. Hem hatin vê derê ku piştevaniya xwe nîşan bidin, daxwaza rawestandina êrişan bikin, agahiyan werbigirin û piştî vegeriyan welatê xwe, bikin ku dîwarê bêdengiyê yê li Fransayê û Ewropayê bê hilweşandin.”

Laurent, bi bîr xist ku Kurdan di berxwedana dijî DAIŞ'ê de piştgirî wergirtin û ev tişt got, “Lewma dema ku Tirkan êrişî Kurdan kirin, nabe ku em berê xwe bizîvirînin û li cihekî cuda binerin. Dibe ku di civîna bilind a NATO'yê de ku îro tê lidarxistin de derfet ji Tirkiyê re bê dayin ku li gorî dilê xwe êrişî Kurdan bike. Di encama danûstandin û tawîzan de Tirkiye li gorî kêfa xwe dikare êrişî Kurdan bike. Em dixwazin li dijî vê yekê atmosferekê biafirînin û bînin ziman ku divê bi vî rengî nebe."

Di berdewamê de Laurent, da zanîn ku dema bi hevalekî xwe re ji Balafirgeha Dewhayê hatiye Herêma Kurdistanê û ji wan re hatiye ragihandin ku daketina wan a li xaka Iraqê qedexe ye û ev agahî dan: “Ez li Konsolosxaneya Fransayê geriyam û di asta Wezareta Karên Derve de min destûr wergirt. Lê belê hevalê min ê fransî neçar ma vegere. Ez zanim ku gelek aktîvîstên aştiyê weke heyeta aştiyê nikarin xwe bigihînin Hewlerê. Welatên Ewropayê ji bo astengkirina vê heyetê gelekî hewl da û ez vê yekê weke skandalekê pênase dikim.”

Der barê hevdîtinên ku li Herêma Kurdistanê kirine de jî Laurent ev agahî parve kirin: “Me li Hewlêrê bi nûnerên YNK, Tevgera Goran, parlamenteran re hevdîtin kirin. Nêrîna xwe çi dibe bila bibe em ê bi nûnerên partiyên siyasî re rûnin û em ê hevdîtinên xwe dewam bikin. Me êvarê (doh) hevdîtin bi Wezîrê Karên Derve re kir. Wezîrê Karên Derve bi navê PDK'ê hevdîtin bi heyetê re kir. Me hevdîtin bi nûnerên cuda yên siyasî re kir û nerazîbûna xwe nîşanî êrişan dan. Bi navê piştevaniya enternasyonalîst, di çarçoveya heyeta aştiyê de bi nûnerên komeleya rojnamevanan, komeleya parlamenterên berê yên ıraqî re hevdîtin kir. Wezîr bersivên erênî neda pirsên me, lê belê em ê karên xwe dewam bikin. Em dixwazin encama êrişan li herêmê yekser bibînin. Bi navê heyeta aştiyê em dixwazin bi gel re plansaziya xwe pêk bînin."

‘DIVÊ BANGA RAWESTANDINA ÊRIŞÊN LI SER KURDAN BÊ KIRIN’

Senator Laurent, destnîşan kir ku di civîna NATO'yê de divê bang bê kirin ku êrişên li ser Kurdan bêne rawestandin û bi bîr xist ku eger Kurd nebûna wê hêzên rojavayî li dijî DAÎŞ'ê nikarîbûna bi ser biketina û axaftina xwe wiha domand: “Fikar heye ku NATO bi navê başkirina têkiliyên bi Enqereyê re êrişa Tirkiyê ya li ser Kurd û Kurdistanê paşguh bike. Divê Kurdan nekin qurbanê têkiliyên berjewendiyan ên navbera Tirkiyê û hêzên NATO'yê. Divê Fransa, Almanya, Ewropa û welatên Yekîtiya Ewropayê bibêjin ku ew êrişên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd naxwazin. Erdogan bi rengekî îllegal peymanên navneteweyî bin pê dike û êrişî gelê Kurd dike. Hevalbendê me yê demdirêj ê ji bo demokrasî, edalet û azadiyê Kurd in. Em piştgiriyê didin Kurdan ku rêveberiya xwe, paşeroja xwe ava bikin. Divê em piştgiriya Kurdan bikin. Raya giştî ya cîhanê jî divê li ber polîtîkayên tarî yên Erdogan rabe û cihê xwe li gel gelê Kurd bigire.”