Çîn û Rûsya îro mijarên nîqaşên NATO’yê ne

Serokên dewletên NATO’yê îro li hev civiyan. Di lûtkeyê de dê hewldanên Rûsyayê yên parçekirina dewletên Rojava, hebûna leşkerî û aborî ya zêde ya Çînê li Okyanûsa Atlantîkê bên nîqaşkirin.

Çîn û Rûsya îro mijarên nîqaşên NATO’yê ne
14 hezîran, 2021   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokên dewletên NATO’yê pêşbîn dikin ku serdemeke nû di têkiliyan de bi rêya lûtkeya bi serokê Amerîkayê Jeo Biden re vekin.

Armanca lûtkeyê ya ku sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg wek kêliyeke girîng wesif kiriye, ew ku rageşiyên 4 salan bi Donald Trump re bi dawî bikin.

Li gorî toreya Eyn a nûçeyan, dîplomatan diyar kir ku tê payîn ku beriya civîna Joe Biden bi hempêşiyê xwe yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di 16'ê Hezîranê de li Cinêvê, dê hewldanên Rûsyayê yên parçekirina Rojava nîqaş bikin.

Her wiha 30 serokên ku li Brukselê kom bûne, dê hebûna leşkerî û aborî ya zêde ya Çînê di Okyanûsa Atlantîk de, di nav de perwerdeyên leşkerî yên hevpar bi Rûsyayê re nîqaş bikin.

Dîplomatan da zanîn ku tiştê herî girîng ji bo serokên dewletên NATO’yê ew e ku Biden ragihîne ku Amerîka dê ji nû ve parastina gelemperî ya NATO’yê bike.

(dm)