DYA`yê êrişa li Efrînê şermezar kir

Piştî ku QSD`ê êrişa li dijî Efrîna dagirkirî şermezar kir, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê jî ev êriş şermezar kir.

DYA`yê êrişa li Efrînê şermezar kir
14 hezîran, 2021   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price  êrişa li dijî nexweşxaneya Efrînê şermezar kir.

Ned Price got: “Di encama êrişê de zarok û tîmên tenduristiyê bûn qurbanî."

Ned Price da zanîn ku êrişa li dijî Efrînê, beşek ji gurbûna şerê li bakur û rojavayê Sûriyê ye û divê were rawestandin. Price banga rawestandina şer li tevahiya Sûriyê kir.

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî têkildarî êrişa li dijî Efrînê gotibû: “Em bi windakirina kesên bêguneh di vê êrişê de, xemgîn in. Tu têkiliyên hêzên me bi vê êrişê re tune ne."