​​​​​​​Gerîla TV dîmenê çalakiya li Metîna weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê ku di 16'ê Gulanê de li herêma Metînayê hatibû lidarxistan û encamê de 2 dagirker hatibû kuştin û 3 jî hatibûn birîndarkirin, weşand.

​​​​​​​Gerîla TV dîmenê çalakiya li Metîna weşand
14 hezîran, 2021   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî parve kiribû:

"Hêzên me yên YJA Starê 16'ê Gulanê saet di 16:40'î de, li qada Koordîneyê ya herêma Metînayê, li dijî dagirkerên li ser Girê Azad çalakiyek li dar xistin. Dema ku dagirker li kozikekê li hev civiyan çalakî hate kirin û di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn."

https://gerilatv.com/uploads/videos/f805515a3_1080.mp4