Jinan bang li PDK’ê kir: Bi lîstokan nexape û dest ji hevkariya dagirkeriyê berde

Jinên Kurd ên li Lubnanê bang li PDK’ê kir ku nebe hevkarê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla û got "Divê em bi lîstokên dijmin neyên xapandin". Her wiha got plana dewleta Tirk a dagirker derxistina şerê birakujiyê ye.

Jinan bang li PDK’ê kir: Bi lîstokan nexape û dest ji hevkariya dagirkeriyê berde
14 hezîran, 2021   07:22
BEYRÛT

Êrişên qirkirin û dagirkeriyê yên ku artêşa Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên li Başûrê Kurdistanê ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve pêk tîne, li tevahiya cîhanê hêrsa gelê Kurd radike.

Bertekên gel li dijî sewqiyatên PDK’ê yên ji herêmên gerîla re bilind dibin û kurdistanî vê yekê bi xiyaneta eşkere û şerê birakujiyê bi nav dikin.

Jinên Kurd ên li Lubanê êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kirin, piştgiriya PDK`ê ji dagirkeriyê re şermezar kir û piştevaniya xwe ji gerîla re nîşan da.

Endama Kongreya Star a Lubnanê Şerîfe Bekir êrişên dewleta Tirk û hewldanên derxistina şerê hundirîn ê di navbera hêzên kurdî de red kir û got: "Em jinên Kurd komployên li dijî gelê Kurd red dikin, her wiha şerê di navbera Kurdan de yê bi destê dewleta Tirk pêk tê jî red dikin, di vê derbarê de jin her tim banga aştiyê dikin."

Şerîfe Bekir bal kişand ser bûyera li Metînayê û wiha domand: "Dagirkeriya Tirk pêşmerge topbaran kirin û gerîla tawanbar kirin, gerîla şerê birakujiyê nakin û ew ê nekin jî, ji ber ji bo gelê xwe yê li her çar parçeyên Kurdistanê, ji bo her bindestekî bêyî ku Kurd be jî canê xwe feda dikin."

ꞌDIVÊ KES BI LÎSTOKÊN DIJMIN NEYÊ XAPANDIN’

Seide Murad ku dayika şehîd Rojînda Efrîn e, pirsa sedema êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got: "Çima li dijî me şerekî wiha tê meşandin û çima li hemberî vî şerî bêdengî heye?"

Seîde Murad wiha dewam kir: "Zarok û dayikên me qetil dikin, em ji Efrînê koçber kirin, gelo li hemberî me çima bêdengî  heye? Ma gelo sûcên Erdoganê ku em koçber kirin, nabînin? Em dixwazin ev şer raweste, em şer naxwazin. Em aştîxwaz in, mafên xwe û yekitiyê dixwazin."

Seîde Murad bang li rêveberên PDK`ê kir di serî de Mesûd Barzanî ku li dijî gerîla şerê naxweyî nemeşînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em bang li birêz Mesûd Barzanî dikin ku li dijî hev şerê birakujiyê nekin, em Kurd îro yekitiyeke me heye, em bira ne û xwîna me yek e divê dijmin bi me nelîze, ji lew re divê em şerê biratiyê nekin û yekitiya xwe ava bikin."

Seîde Murad ev li axaftina xwe zêde kir: "Divê em xwîna şehîdên xwe, têkoşîna rêber Ocalan, şervanên li eniyên şer, girtiyên di girtîgehan de ji bîr nekin. Em her roj bi şer, derbe û tevahiya cureyên sûcan re rû bi rû dimînin, gelo çima ev bêdengî? Gelo ma em nabînin?"

Di dawiyê de Seîde Murad banga piştgiriya ji şehîd û têkoşîna gel û berxwedana rêber Abdullah Ocalan re kir, di heman demê de îşaret pê kir ku rêber Ocalan ji bo her mirovekî/ê bindest dîl hatiye girtin û xwedî rûmet e, şehîd jî şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê ne, ne tenê şehîdên wê ne, lê belê şehîdên her kesî ne.

ꞌEM AŞTÎXWAZ INꞌ

Meyade Mehmûd axivî û da zanîn ku gelê Kurd tu carî şer nexwestiye, şerê tu kesî nekiriye, lê her tim bi şer, êriş û şerê birakujiyê  re rû bi rû dimîne, mînaka wê jî şerê niha li Başûrê Kurdisanê ye.

Meyade Mehmûd bang kir ku ji hewldanên derxistina şerê birakujiyê hişyar bin û ev xal rêz kirin: "Dijmin planên vî şerî bêserûber dike, lê Kurd ne bi şer re ye, lê belê aştîxwaz in."

ꞌEM SERÊ XWE JI DIJMIN RE NATEWÎNIN’

Li aliyekî din Kîbar Horo piştgiriya xwe ji Hêzên Parastina Gel (HPG) re nîşan da û got: "Gerîla zarokên me ne, parastina me, erd, rûmet, şeref û namûsa me dikin."

Kîbar Horo bal kişand ser planên qirkirinê yên ku dagirkeriya Tirk li dijî gelê Kurd dide meşandin û wiha got: "Dijmin ji bo tunekirina Kurdan planan datîne, lê divê heta di tunekirina me de jî nefikire, ji ber ku em  bi qetilkirinê tune nabin."

Kîbar Horo wiha pê de çû: "Me êrişî tu kesî nekiriye, lê dijmin her tim plan dike û êrişî gelê Kurd dike, em jî banga aştiyê dikin û şerê birakujiyê nakin. Ji lew re divê dijmin vê yekê baş nas bike û dev ji plan û komployên li dijî me berde."

Kîbar Horo di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan, piştgiriya ji rêber Abdullah Ocalan û hêzên gerîla re nîşan da û got ew ê tu carî serî ji dijmin re netewînin, ew şopdarên rêya gerîla ne, ji ber ku zarok û birayên wan in. Ji lew re wê dijmin nikaribe wan ji hev qut bike.

(eh)

ANHA