Ciwanên Sûriyê li Lubnanê di nava bêkarî û xizaniyê de ne

Piraniya karkerên sûrî yên li Lubnanê azarên destheqên kêm û rewşên kar ên tund dikişînin, li gel wê jî pisporî û xwendin jî tune ye.

Ciwanên Sûriyê li Lubnanê di nava bêkarî û xizaniyê de ne
14 hezîran, 2021   07:56
BEYRÛT - ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Li gorî lêkolînekê ku banka navneteweyî û komîsera NY’yê ya kar û barên penaberan amade kiriye, pandemiya vîrusa Koronayê asta xizantiyê di nava penaberên sûrî û civakên din li Lubnanê de du qatî kir.

Li gorî lêkolînê, nêzî 4 milyon û 400 hezar kes ji civakên dîtir di vê dema dawiyê de bi xizantiyê re rû bi rû ne, bi taybet malbatên ku debara xwe bi sûkên xebatên yên nerfermî dikin, ji ber ev sûk kêmasiya dahata made û deynan dikişînin.

PENABERÊN SÛRÎ YÊN LI HERÊMA SIWER

Piranî karkerên sûrî ji bo xebatê bi salane berê xwe didin gundewarên herêma Siwerê ya başûrê Lubnanê. Ev karker beriya destpêkirina aloziya Sûriyê bi salane li Lubnanê dijîn û dixebitîn.

Bi pêşwazîkirina 12 hezar penaberên sûrî re, hejmara şêniyên Siwer ji 2011’an rêjeya wê ji sedî 8 zêdetir bû. Bi wê re fişarek li binesazî, xizmetguzarî û sûka xebatê hat kirin.

Penaberekî sûrî ku li Lubnanê ji bo dabînkirina qûta xwe ya rojane û ya malbata xwe dixebite, Ebû Casim wiha ji ajansa me re got: "Çi qas dijwar û zehmet e mirov ji zexta bombebaran û gefan neçar bibe ji welatê xwe penaber bibe û li welatekî din li cihekî bigere. Krîz dirêjtir bû û ji bilî xebitandina li vir tu çare neman, tevî ku em gelek astengiyan dikişînin, ji wê zêdetir jî nirxê lîreyê lubnanê li hemberî karkirinê pir daketiye."

Ebû Casim da zanîn ku ew dixwaze vegere welat û li wir bixebite, lê tirsa ji şer û nepeydakirina xebatê, fikarên wî zêde dike û tevî rewşên dijwar dihêle li wir bimîne.

Li aliyekî din jî Mehmûd Seed ê xwediyê mezreyekê wiha got: "Karkerên sûrî ji bo me û civaka me pir girîng in û li gorî piranî lubnaniyan pir alîkariya me dikin. Êdî ew bûne parçeyek ji jiyana me. Têkilî ji bo berjewendiya her du aliyan bi pêş ketiye. Têkiliya min bi wan re êdî mîna têkiliya min bi lubnaniyan re ye. Ew parçeyek ji civaka me ye."

HEVRIKIYA KARKERÊN SÛRÎ

Serokê Şaredariya Siwer Hesen Deboq ji ajansa me re wiha got: "Karkerên sûrî yên ku beriya krîza Sûriyê li Lubnanê ne di karên avahî, bi taybet çespandina keviran, çandiniyê de dixebitin û ew di sûkê de çalak in, pispor û pîşesaz in."

Hesen Deboq wiha domand: "Fikireya pêşwazîkirina biyaniyan li Siwerê bi hevrûkirina gundên biçûk ên derdorê re cuda ye, ji ber bajarê Siwer xwedî zihniyeteke vekirî ye, wê jî hişt penaber berê xwe bidin wir."

Aboriya Siwer bi awayekî bingehîn li ser çandiniyê ye, nêzî ji sedî 44 ji zeviyan tê çandin. Bi wê re karkirina li Siwerê çandinî, avahî û xizmetguzarî ye, pêdiviya wê pîşeyî jî bi pisporiyeke mezin heye û destheq kêm e. Ev yek diyar dike ku aboriya Siwerê bi şerê Sûriyê pir bandor bûye, bi taybet piştî girtina rêyên hinardeyê.

Deboq wiha gotina xwe berdewam kir: "Çavkaniya qûta me ya sereke hinardekirina hilberînên me yên çandinî ji dewletên Ereb re bû. Lê piştî girtina sînor teqez aboriya Siwer pir bandor bû mîna rewşa li tevahî Lubnaniyan."

Di encama wê de nakokiyên di navbera penaberên sûrî û civakên din de bi sedema hevirkiya li ser karkirinê zêde bûn, ji sedî 65 ji malbatên penaber diyar dikin ku hevrikiya li ser karkirinê çavkaniya sereke ya nakokiya bi civakê li Siwerê re ye.

Ev ne matmayînek e, ji ber nêzî 47 ji penaberên sûrî yên di temenê kar de ne, li Siwerê bê kar in, di heman demê de ji sedî 42 ji malbatên sûrî yên penaber li bajêr ji bo debara jiyanê bi awayekî hevbeş dixebitin.

MERCÊN KAR TUND IN

Rêxistina kar a navneteweyî di lêkolînekê de diyar kir ku nêzî ji sêyan yek ji penaberên sûrî yên li sûka xebata Lubnanê bê kar in. Di raporê de eşkere bû ku piranî karkerên penaber ên sûrî yên li Lubnanê azarên destheqiya kêm dikişînin, ji bilî wê jî pisporî û xwendin kêm e.

Di raporê de hat piştrastkirin ku penaberên sûrî û welatiyên lubnanî azarên nerêxistinkirina sûka xebatê dikişînin.

Li gorî lêkolîneke rêxistina kar a navneteweyî, penaberên sûrî yên li Lubnanê li gorî karkerên lubnanî mûçeyên xwe pir kêm werdigirin. Her wiha li gorî rapora ku bi hevpeyvîna yekser û ankêtên berrêxistinî bi 200 kesan re hatiye çêkirin tê eşkerekirin ku mûçeya mehane ya penaberekî sûrî ji sedî 40 ji mûçeyên lubnaniyan kêmtir e û li gorî lîreyê lubnanî 675 hezar e.

PENABERÊN JIN Û BÊKARÎ

Ji zêdetirî ji sêyan yek ji jinên ku li Lubnanê li kar digerin, tu kar nedîtin, rêjeya karkerên jin ji eslê giştî penaberên sûrî ji sedî 20 e û mûçeyên wan kêmî ji sedî 40 li hemberî yên mêran.

Beşa nebirêxistinkirî bandorê li karê penaberên sûrî dike. Ji ber ji penaberên karker ji sedî 90 bê hevpeyman dixebitin.

Ev rapor eşkere dikin ku pêdiviya çarekirina krîza penaberên sûrî yên li Lubnanê bi pêkanîna metodeke giştî heye ku li hember astengiyên li sûka xebatê bisekinin û hevsengiyekê di navbera piştevaniya mirovahî û pêdiviyên geşkirinê yên civakên herêmî de pêk bînin. Divê derfetên kar bi rêya girtina tedbîrên rêxistina karên nefermî werin peydakirin, mûçe zêde bibin, di kar aştiya karkeran were geşkirin, parastina civakî were dabînkirin û lidarxistina projeyên mayînde werin teşwîqkirin.

BÊKARÎ Û TERORÎZM

Bêkariya di navbera ciwanên penaber de her tim bi terorê ve têkildar e. Li ciwanên penaber ên bêkar tên nêrîn ku armancên hêsan ên ji bo ajandekirina êrişên leşkerî ye, ji ber ew çîn bi hêsanî dibe hedefa teşwîqkirina li ser pereyan an jî pêlîstina ji bo armancên jiyanê yan jî nasnameyên civakî. Lê belê hin lêkolîn berovajî diyar dikin ku tu têkiliyeke tavilê di navbera penaberên ciwan û tundrawiyê de tune ye. Ji ber bêkarî bi xwe ne hêmaneke bi tenê ye ku berê mirov bi bêkariyê de.

Derfeta xebatê ji bo ciwanên penaber pir kêm e. Wekî mînak, li Lubnanê, ji nîvê penaberên sûrî ne di çîna çalak a aborî de ne, sêyeka wan dikarin kar bibînin û piraniya wan di sektora nefermî de ne û di karên pisporiyê de naxwazin dixebitin. Tevî wê jî, li hember ciwanên penaber astengî hene ku girêdayî bendên li ser tevger û karkirinê ne. Ev astengî li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê heye, bi taybet li ser çîna ciwanan. Bêkariya li Lubnanê gihaşt nêzî ji sedî 20, di heman demê de bêkariya di navbera ciwanan de ji sedî 34 e, her wiha li Urdinê jî bêkarî ji vê ne baştir e.

Hejmara jinên bêkar du qatî ji hejmara mêrên bêkar zêdetir e. Di nava rewşa giştî ya bêkariyê de çîna jinên bêkar ên herî bêhêz û lawaz ji aliyên aboriyê ve û yên herî zirarê dibînin.

(fr)

ANHA