Hevdîtina Biden û Erdogan; başkirina têkiliyan li ser hesabê Kurdan

Li ser maseya Biden û Erdogan gelek dosyayên bigirêk hene; sîstema S-400 a Rûsyayê, Sûriye, rojhilatê Deryaya Spî heta Qerebaxê. Çavdêr diyar dikin ku Biden hewl dide li ser hesabê Kurdan têkiliyên xwe bi Tirkiyê re biguherîne.

Hevdîtina Biden û Erdogan; başkirina têkiliyan li ser hesabê Kurdan
14 hezîran, 2021   04:08
NAVENDA NÛÇEYAN –GÎVARA ŞÊX NÛR

Serokê Amerîkayê Jeo Biden piştî ku bû serok bi 3 mehan anku di dawiya Nîsana borî de, bi telefonê bi hempîşeyê xwe yê Tirk re axivî. Di axaftina wan de mijarên wekî hewldana DYA'yê yên naskirina Qirkirina Ermenan e ku Împratoriya Osmaniyan pêk anîbû, hatin nîqaşkirin. Erdogan wê demê ev yek şermezar kir, lê zimanê wî li hemberî Washingtonê nerm bû.

Biden dema ku cîgirê serokê Amerîkayê Barack Obama bû, Tirkiyê ji ya berî cuda pênase dike. Tirkiye niha di karestake aborî de ye, rêjeya bêkariyê heta radeyeke bilind zêde bûye, nirxê lîreyê Tirkiyê daketiye, ji wê zêdetir mafên mirovan di hundirê welat de tên binpêkirin û şerê ku Erdogan li Sûriye, Lîbya, Qerebax û rojhilatê Deryaya Spî derxistiye.

Ev rewş ji bo Amerîkayê jî derbasdar bû. Amerîka di dema Trump de ji Amerîkaya niha gelekî cuda ye, Erdogan ev yek nas kir, nemaze piştî ku Biden gihaşt ser desthilata Koşka Spî. Ji ber vê yekê serokê AKP'ê gelek gav paşde avêtin ku bi vê yekê hewl da hêrsa serokê DYA'yê kêm bike.

Tê payîn ku serokê DYA'yê Jeo Biden hevdîtina xwe ya yekemîn a rû bi rû li gel Erdogan ku wî bi dîktator û desthilatdar bi nav dike, pêk bîne. Hevdîtina her du aliyan dê li kongreya NATO'yê ya li Brukselê dê pêk were.

Li gorî pisporan, têkiliyên Enqere û Washingotonê gelekî aloz in, her wiha behsa şêwazê têkiliyên Erdogan û Biden dikin û dibêjin ku dê teqez ji têkiliyên serokê AKP'ê yê bi Trump re cuda bin.

/kr/uploads/files/2021/06/13/171333_-.webp

Di vê çarçoveyê de analîzvanê Enstîtuya New Lines a Amerîkayê Nicholas Heras ji ANHA'yê re got: "Têkiliya Erdogan û Biden dê aloz be. Li Tirkiyê berjewendiyên girîng ên darayî yên Trump hebûn ku Erdogan ji bo Trump wekî wesîle bi kar dianî. Biden û ekîba wî ne amade ne ku rojeva demokrasiya cîhanî ji bo têkiliya bi Erdogan re feda bikin.”

/kr/uploads/files/2021/06/13/171538_-.webp

Têkildarî dosyayên li herêmên ku dibe Erdogan û Biden nîqaş bikin, lêkolînerê Enstîtuya Enterprise ya Amerîkayê Michael Rubin got: "Dibe ku pirsgirêka Kurd were gotûbêjkirin, lê têkiliya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Tirkiyê de pir firehtir e."

Li gorî Rubin, "Rewşa xerab a têkiliyan dê di dan û standinan de pirsgirêk be û hem jî S-400, Efganistan û Rojhilata Spî."

Li ser mijara şêweyê têkiliyên Erdogan û Biden, Rubin got: "Li gel Trump xaleke lawaz li hemberî dîktatoran hebû, lê dibe ku Biden li hemberî Erdogan bisekine.”

Xetere jî ew e ku ji bo başkirina têkiliyan bi awayekî berfireh, dê Biden der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çareseriyeke navîn pêşkêş bike, mîna ku daxuyaniyên şirîkên DYA'yê ku beşdarî hevkariya bi Rêveberiya Xweser re ji bo pêşxistina petrola herêmê bûbû, betal kir.

/kr/uploads/files/2021/06/13/171405_-.webp

Pisporê li Konseya Kar û Barên Derve ya Rûsyayê Andrei Shoprigin dibêje: "Têkiliyên Biden û Erdogan dê werin guhertin, ji ber ku helwesta Biden nêzî mentiqê navneteweyî ku berovajî yê Trump e.”

Li gorî Shoprigin, Tirkiye hêmaneke sereke ji bo siyaseta DYA û NATO’yê li Rojhilata Navîn e û Biden di warê têkiliyên navneteweyî de xwedî pisporiyeke mezin e, ji ber vê yekê dibe ku Biden gavên cidî biavêje da ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re biguherîne.

Girêdayî mijarên ku dibe her du alî nîqaş bikin, Shoprigin wiha got: "Dibe ku serokê DYA'yê behsa dosyaya S-400 û mafên jinan bike, lê Erdogan dê hewl bide behsa dosyaya kurdî bike. Di dawiyê de dê hevdîtin û nîqaşên ku dê li Brukselê werin lidarxistin, tu encamên rastqîn bi xwe re nayne."

(bb)

ANHA