Jinên siyasetmedar: Planên Tirkiyê û PDK'ê hişyariya karesateke siyasî didin

Jinên siyasetmedar destnîşan kir ku hewldana dewleta Tirk a dagirker a ku hêzên PDK'ê beşdarî şerê li hemberî gerîlayan bike hişyariya karesateke siyasî li gelemperiya Kurdistanê dide. Jinan got divê PDK helwesta xwe biguherîne da ku şerê birakujiyê çênebe.

Jinên siyasetmedar: Planên Tirkiyê û PDK'ê hişyariya karesateke siyasî didin
14 hezîran, 2021   01:51
QAMIŞLO – LÎLAV DÊWANÎ

Ji 23'yê Nîsana borî ve dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina Başûrê Kurdistanê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û di van êrişan de çêkên giran bi kar tîne. Dewleta Tirk hewl dide hêzên PDK'ê beşdarî êrişên xwe yên li dijî gerîla bike.

'PEYMAN Û KOMPLOYÊN KEVN TÊNE NÛJENKIRIN'

Endama Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şadiya Omer destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û binpêkirinên ku çeteyên wê li bajarê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî pêk tînin, her wiha siyasetên înkarkirinê ku li dijî Kurdan dimeşîne bi hev ve girêdayî ne.

Şadiya got: "Hemû bûyer bi dîrokê ve girêdayî ne, encamên lihevkirin û kompoyên hzên cîhanî mîna Amerîka, Rûsya, Îgeltra û Tirkiyê ne. Ev dewlet hemû hewl dide dest deynin ser Sûriyê bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sûriyê piştî ku şoreşa wê hate lidarxistin da ku hegemoniya xwe li ser ferz bike."

Şadiya Omer di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û encamên ku dê bi xwe re bîne û wiha dom da axaftina xwe: "Plan û êrişênn Tiriyê yên bi hevkariya PDK'ê li ser HPG'ê li Başûrê Kurdistanê hişyariya derktina şerekî birakujiyê di navbera hêzên kurdî de dide û dê encamên gelek xeternak li ser gelê Kurd li gelemperiya Kurdistanê bi xwe bîne."

Şadiya anî ziman ku erka hêzên pêşmerge parastina xaka Kurdistanê ne şerê hêzên gerîla yên ku li hemberî dagirkeriya Tirk li ber xwe dide ye û got: "Heger tiştekî wisa rû da, ev dide diyarkirin ku ew hevkarê dweleta Tirk e, ji be ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya PDK'ê derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike û bi hêsanî Başûrê Kurdistanê dagir bike."

Şadiya Omer di berdewama axaftina xwe de îşareta bi telankirina xwezaya Efrînê û Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê dewleta Tirk ve û wiha pê de çû: "Mixabin ev li hemberî van binpêkirin tu deng nayê derxistin, ev dide diyarkirin ku aliyên bêdeng di van êriş û binpêkirinan de şirîk in."

Şadiya Omer got divê PDK helwest û tevgerên xwe biguhere da ku şerek di navbera hêzên kurdî de dernekeve.

Her wiha bang li siyasetmedarên Kurd li gelemperiya Kurdistanê kir ku bikevin tevgerê, helwesta xwe li hemberî siyasetên ku li pêşiya avakirina yekitiya kurdî de dibin asteng, nîşan bidin û got: "Divê armanca me ya sereke avakirina yekitiyê be da ku em karibin êrişên dijmin bibersivînin û gelê xwe biparêzin."

'HEWL DIDIN KURDAN QIR BIKIN'

Endama Rêveber a Meclisa Jinan a Patiya Nûjen a Demokaratîk a Sûriyê Heyfa Mehmûd diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û beşdarkirina hêzên PDK'ê di planên xwe de qirkirina gelê Kurd û hêzên kurdî li dijî hev bide şerkirin û wiha got: "Piştî ku serekftina projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser de a ku xwe dispêre jiyana hevbeş, biratiya gelan hate îsbatkirin, dewleta Tirk ku vî sîstemê qebûl nake, li hember disekine."

Heyfa Mehmûd bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên têkbirina danûstandinên avakirina yekitiya Kurdî û ev nirxandin kir:"Hewldanên aliyên kurdî yên ji bi armanca avakirina yekitiyê bi dawî nebûne, lê dewleta Tirk vê mijarê welekî kelemekê li pêşiya siyaset û planên xwe dibîne, bi hemû rêbazan hewl dide van danûstandinan asteng bike, ji lew re em dibînin ku hewl dide hêzên kurdî li hemberî hev bide şerkirin û PDK'ê beşdarî planên xwe dike û wê li dijî PKK'ê derdixîne."

Heyfa îşaret pê kir ku divê hêzên pêşmerge nas bike ku Tirkiyê hewl dide wan beşdarî planên xwe bike da ku hêza wê lawaz bike û wan bi wêneyeke nexweşik li pêşberî kurdan û raya giştî ya cîhanê bide xuyakirin.

Heyfa Mehmûd di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Tevhî serkeftinên kurdan berhemên ked û xwîna şehîdan e, ji ber vê yekê divê tevahî hêzên kurdistanî kurdan û destkeftiyên wan biparêzin. Erka siyasetmedarên kurd ew e ku rolake aktîv di avakirina yekityiê û rawestandina êrişan de bilîzin, da ku karibin li hemberî planên Tirkiyê bisekinin û doza kurdî bi ser bixin."

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aJi3-GZDo38" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>