Şêxên eşîrên Minbicê: Aliyên derve di têkbirina ewlehiya bajarê me de bi ser nakevin

Şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê diyar kir ku şêniyên Minbic û rêveberiya wê yek in û aliyên derve di têkbirina ewlehî û aramiya bajarên wan de dê bi ser nekevin.

Şêxên eşîrên Minbicê: Aliyên derve di têkbirina ewlehiya bajarê me de bi ser nakevin
13 hezîran, 2021   17:30
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi tevahî beşên civakê ji şêx, rûspiyên eşîrên Minbicê û şêniyên re civiya û li ser bûyerên dawî yên li bajêr qewimîn nîqaş kirin û li daxwazên wan guhdar kir.

Têkildarî mijarê şêx û rûspiyên eşîrên Minbicê ji ANHA'yê re axivîn.

Rûspiyê eşîra El-Bobena, Farûq El-Maşî diyar kir ku di vê civîna daxwazên şêniyan hatin guhdarkirin û wiha domand: "Dema şêniyên Minbicê derketin û banga mafên xwe yên rewa yên têkildarî qanûna erka xweparastinê kir, aliyên derve ev daxwaz bi kar anî û veguherand rageşî û nakokiyên di navbera şênî û rêveberiyê de."

Rûspiyê eşîra El-Bobena destnîşan kir ku rêveberiya Minbicê erka pêkanîna tevahî daxwazên gelê xwe girt ser milên xwe û got, bûyerên ku li Minbicê qewimîn provakasyon bûn ku ji aliyên derve ve pêk hatin û xwestin vê rêveberiyê û berxwedana gel têk bibin û ewlehî û aramiyê jî bikin armanc.

Farûq El-Maşî di dawiyê de bang li şêniyên Minbicê kir ku li hemberî provakasyonan hişyar bin û nekevin xefkên dijmin ku dixwazin ewlehî û aramiya Minbicê têk bibin.

Li aliyekî din jî rûspiyê eşîra El-Benî Seîd a li Minbicê Fehed El-Şelaş diyar kir ku ev civîn bi armanca çareserkirina bûyerên ku di demên dawî de li bajêr qewimîn û guhdarkirina daxwazên şêniyan  li dar ket.

El-Şelaş da zanîn ku komîteyek ji aliyê Rêveberiya Minbicê ve hate avakirin da ku bi komîteyên eşîran re bicive û daxwazên welatiyan ji rêveberiyê re ragihînin.

Fehed El-Şelaş di dawiyê de destnîşan kir ku ew wek şêxên eşîrên Minbicê her tim têkiliyên wan bi rêveberiya Minbicê re heye da ku tevahiya dozên ji bo berjewendiyên giştî girîng in, çareser bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9tQDzq1x4QI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>