Zelal Ceger: Divê her kes li dijî PDK helwesteke tund nîşan bide

Zelal Ceger anî ziman ku bi yek helwestê gel li dijî xiyanet û dagirkeriyê derket. Her wiha Zelal Ceger li ser girtina nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser li Hewlêrê di heman roja meşê de, got "PDK heya qirikê ketiye nava qirêjiya ku dewleta Tirk li ser gelê Kurd dide meşandin."

Zelal Ceger: Divê her kes li dijî PDK helwesteke tund nîşan bide
14 hezîran, 2021   02:56
NAVENDA NÛÇEYAN - CÎHAN BÎLGÎN

10’ê vê mehê bi deh hezaran şêniyên herêma Cizîrê tev li meşa girseyî ya bi dirûşma "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" bûn. Şêniyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend ji hemû beşên civakê bi yek dengî û yek armancî ji xiyanet û dagirkeriyê re li bajarê Qamişloyê helwesta xwe nîşan da. Duh jî Li herêmên Firat û Şehbayê li dijî xiyanet û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê meşên bi heybet hate lidarxistin.

Der barê Meşa Rûmetê de hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger destnîşan kir ku ji PDK`ê re vekirî peyam û helwest hat nîşandan ku divê yekser pêşmerge xwe bi paş de bikişînin.

‘PDK DIVÊ JI PLANÊ GAV BI PAŞ DE BIAVÊJE’

Zelal Ceger eşkere kir ku gel careke din helwest ji bo rûmet û kerameta xwe nîşan da û got: “Li dijî dagirkerî û xiyanetê helwesteke zelal bû. Gelê Kurd naxwaze şerê birakûjiyê bê kirin û li dijî vê ye. Gel vê baş dizane ku şerê birakujiyê bi xwe re talan û felaketê tîne. Gel bangewazî li PDK’ê û hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku yekser gav bi paş de biavêjin û hêzên xwe ji herêmê derxin. Da ku aştî û aramî di navbera gelê Kurd de çêbe. Gelê me hemû baş vê rastiyê dizane ku tevgera azadiya Kurd, HPG, PKK ne mimkun e şerekî li dijî PDK’ê bidin meşandin anku bi pêşmergeyan re şer bikin.  Dewleta Tirk herêm dagir kiriye û hêzên PKK’ê li dijî dagirkeriyê disekinin. Herêma Cizîr û Firatê helwesta xwe diyar kir ku yekser plan û lîstokên dewleta Tirk ên ku PDK îro dikeve nav, divê gav bi paş de biavêje.”

Zelal Ceger diyar kir ku çalakiyên ku cur bi cur tên lidarxistin û helwestên ku tên nîşandan, dê  dewam bikin û got: “Starta meşa mezin a ku li Qamişloyê hat dayîn, gel xwest di yekbûna xwe de helwestê raber bike. Lê mixabin di heman rojê de nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser li Hewlêrê hatin girtin. Careke din îspat bû ku PDK heya qirikê ketiye nava qirêjiya ku dewleta Tirk li ser gelê me dide meşandin.”

‘HER KES DIVÊ LI DIJÎ PDK’Ê BISEKINE’

Zelal Ceger bang kir ku ji bo ev xiyanet û dagirkeriya Kurdistanê bi dawî bibe divê her kes helwestê nîşan bide û got: “Ne tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdên li her cihî divê yekser helwestên xwe bidin nîşandan. Bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê dikim ku dewleta Tirk dixwaze PDK’ê bixe nava vê teqînê û divê PDK ji wê teqînê derkeve û dengê gelê xwe guhdar bike. Her wiha divê pêşmerge jî bi lîstokan nexapin. Her kes divê li dijî helwesta PDK’ê tund bisekine.”  

‘GER PDK DI XIYANETÊ DE BI ISRAR BE DÊ FELAKETÊ BÎNE’

Zelal Ceger anî ziman ku ruxmî helwesta gel ger PDK di xiyanetê de israr bike, dê felaketekê ji bo gelê Kurd bîne û got: “Dewleta Tirk û dewletên ku dixwazin hegemonyaya xwe li ser welatên me û Rojhilata Navîn bidin çêkirin dixwazin di vê sedsalê de Kurd bi ser nekevin. Ji ber ku ev sedsala 21`an dê bibe sedsala gelê azadîxwaz û gelê Kurd. Ji bo ev bi ser nekeve hemû nêzîkatî û karên qirêjî li dijî azadiya gelê Kurd didin meşandin. Ger PDK wiha berdewam bike, dê di vê sedsalî de gelê Kurd paşde bikişîne.Dê xetereeyeke mezin li ser gelê Kurd çêke.”

ANHA