'Armanca guhertina demografiyê tunekirina dîroka gelan e'

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê destnîşan kir ku guhertinên demografîk ên ku dewleta Tirk li herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî pêk tîne, li gorî pîvan û qanûnên navneteweyî sûcê şer e.

'Armanca guhertina demografiyê tunekirina dîroka gelan e'
14 hezîran, 2021   00:40
HESEKÊ- BESÊM EL-DEXÎL

Dewleta Tirk ji dema dagirkirina hin herêmên bakurê Sûriyê ve, hewl dide demografiya herêmê biguherîne, her wiha nasname û çanda gelan ji holê rake.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî El-Nicûm sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li deverên dagirkirî ku demografiya herêmê diguherîne û nasnameya gelên herêmê ji holê radike, bi tundî şermezar kirin û got: "Dewleta Tirk hemû pîvan û qanûnên navneteweyî binpê kirin û bi armanca tunekirina gelên herêmê û bi taybet pêkhateya Kurd rêbaza şerê bê ser û ber bi kar anî."

El-Nicûm diyar kir ku dewleta Tirk bi rêya ferzkirina qanûnên xwe, dirav û zimanê xwe, hewl dide ku deverên ku dagir kirine bike nava sînorên xwe, ev hemû binpêkirin qanûn û pîvanên civaka navneteweyî ne.

El-Nicûm destnîşan kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk ax û rûmeta xwe diparêzin, ev mafekî rewa ye, şervanên QSD'ê ji bo parastina malbatên xwe dê her tim li ber xwe bidin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê Nacî El-Nicûm got dema ku dewleta Tirk di şerê leşkerî de bi bin ket, bi armanca qelskirina projeya neteweya demokratîk dest bi şerê avê û aboriyê kir. Nacî El-Nicûm got dewleta Tirk tu carî nikare îradeya gelên ku bi hezaran şehîd û birîndar dane, bişikîne.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Uh5THbOv7Oc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>