Şêniyên Kobanê banga serbestberdana nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê kir

Şêniyên Kobanê têkildarî girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê li Başûrê Kurdistanê got, ev nêzîkatî dikeve xizmeta dagirkeriya Tirk. Şêniyan bang li hikumeta Başûr kir ku ji gelê xwe re wefedar be û nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê serbest berdin.

Şêniyên Kobanê banga serbestberdana nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê kir
13 hezîran, 2021   16:33
KOBANÊ

Hêzên PDK'ê di 10'ê Hezîranê de nûnerê têkiliyên PYD`ê li Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, nûnerê Rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamê PYD li Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê ku ji bo pêşwaziya mêvanê xwe diçûn balfirgeha Hewlêrê girtin. 

Şêniyên Kobanê yên ku beşdarî "Meşa Rûmetê" bibûn, girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji aliyê desthilatên PDK’ê ve şermezar kir û banga serbestberdana wan kir.

/ar/uploads/files/2021/06/13/152310_rybr-hsyn.webp

Şêniyê bi navê Rêber Hisên wiha got: "Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê guh bide peyamên hêrsê yên gelê Kurd, ku bêyî sedem endamên Rêveberiya Xweser hatine kirin. Ji ber ku ev dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker. Ev nêzîkatiya PDK'ê di demekê de ku herêm li hember komployeke navneteweyî ya nû rû bi rû ye, çewtî û şaştiyeke mezin e."

/ar/uploads/files/2021/06/13/152327_shykh-khlyl.webp

Li aliyekî din jî Şêx Xelîl Ehmed wiha got: "Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê endamên Rêveberiya Xweser ên li gel xwe girtine tavilê berde. Em nizanin ji bo çi jî hatine girtin û armanc jê jî çi ye. Lê tiştê diyar û eşkere dibe ku planeke dewleta Tirk e. Ji lew re divê hikumeta Başûrê Kurdistanê ji van reftaran vekişe û xizmeta berjewendiya gelê Kurd bike."

/ar/uploads/files/2021/06/13/152341_myrft-ahmd.webp

Şêniya bi navê Mêrvet Mihemed jî wiha pirs kir: "Desthilatên hikumeta Başûrê Kurdistanê çi ji me dixwazin? Me çi çewtî kiriye ku nûnerên Rêveberiya Xweser li Başûr digirin? Li şûna destê xwe bixe destê me, nûnerên me li wir digire. Em bang lê dikin ku tavilê nûnerên gelê me yên li Başûrê berde."

/ar/uploads/files/2021/06/13/152402_nsrh-drwysh.webp

Jina bi navê Nesret Derwîş kiryarên hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û wiha got: "Ev pêngaveke ku valahiya di têkiliyên kurdî de zêdetir dike û agirê fitneyê pêdixe, di heman demê de dikeve xizmeta berjewnediyên dijminên gelê Kurd, di serî de jî dewleta Tirk a dagirker. Ji ber wê em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku ji gelê xwe re wefedar be û tavilê nûnerên gelê yên Rêveberiya Xweser ên li Başûrê Kurdistanê berde."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zNid-KYoLXA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>