Siyasetmedaran hişyarî li ser dewamkirina tecrîda li ser rêber Ocalan da

Siyasetmedaran hişyariya li ser berdewamkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan da û got ger ev tecrîd ranebe dê aloziyên li hundirê Tirkiyê zêdetir bibin.

Siyasetmedaran hişyarî li ser dewamkirina tecrîda li ser rêber Ocalan da
13 hezîran, 2021   23:36
HELEB-ARIF SILÊMAN

Têkildarî çareseriyên ku rêber Abdullah Ocalan ji bo aloziyên Rojhilata Navîn pêşniyar kirine, endamên Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) ên taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji ANHA`yê re axivîn.

Endamê PYD`ê Ednan Cefer sedema tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li hêza wî ya der barê çareserkirina aloziyên Rojhilata Navîn de vegerand, di serî de doza kurdî ku sîstemên navendî naxwazin çareser bibe.

Cefer destnîşan kir ku tecrîd komployek e ku hêzên cîhanî wê bi rê ve dibin û ev şîrove kir: "Baş dizanin ku çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn di fikir û felsefeya rêber Ocalan de ye, ji ber vê yekê ji belavkirina fikir û analîzên wê ya di nava gelê herêmê de ditirsin."

Cefer hişyariya li ser berdewamkirina tecrîdê kir û ev nirxandin kir: "Ger dewleta Tirk tecrîdê raneke û rêber Ocalan serbest bernede, dê hilweşandina Tirkiyê berdewam bike û alozî li hundirê wê jî zêdetir bin."

Cefer îşaret bi pêngavên grevên birçîbûnê yên bi armanca rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan ên girtiyên siyasî di hundirê girtîgehên dewleta Tirk didin meşandin kir û got:"Divê berxwedana wan bi ser bikeve."

Cefer bang li gelê Kurd kir ku yekitiya xwe ava bikin, nakokiyên deynin aliyekî da ku li dijî dagirkeriyê bisekinin û parastina doza kurdî bikin, di heman demê de bang li Kurdên li welêt û derveyî welêt kir ku dakevin qadan, li hemberî balyozxaneyan bisekinin û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan bikin.

ꞌRÊBERTÎ DIKARE CIVAKAN BI PÊŞ BIXEꞌ

Endamê PYD`ê Elî Mistefa got: "Rêbertî xwedî fikrekê ye ku dikare civakan bi pêş bixe û biguhere, ji lew re hikumeta Tirkiyê fikirên wî ji bo hebûn, berjewendiyên xwe û stratejiya xwe xetere dibîne."

Elî Mistefa diyar kir ku Ocalan bi rêya fikirê xwe dixwaze şaristaniyeke mirovî ava bike ku xizmetê ji tevahiya mirovahiyê re bike, her wiha civaka kurdî ku bi parçekirinê re rû bi rû maye, zindî bike.

Elî Mistefa di dawiyê de da zanîn ku ew ê bê çare nemînin û heta dawiyê ew banga azadiya rêberê xwe bikin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/04zYUdOwdcs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>