Newroz Ehmed: Divê gelê me li dijî xiyanet û dagirkeriyê têkoşînê xurt bike

Endama Rêveber a Meclisa Kantona Efrînê Newroz Ehmed bang li gelê herêmê kir ku li dijî xiyanet û planên dagirkeriyê asta têkoşîna xwe bilind bikin. Newroz got ku berxwedana gerîlayan dê dagirkeriyê têk bibe.

Newroz Ehmed: Divê gelê me li dijî xiyanet û dagirkeriyê têkoşînê xurt bike
Newroz Ehmed: Divê gelê me li dijî xiyanet û dagirkeriyê têkoşînê xurt bike
Newroz Ehmed: Divê gelê me li dijî xiyanet û dagirkeriyê têkoşînê xurt bike
Newroz Ehmed: Divê gelê me li dijî xiyanet û dagirkeriyê têkoşînê xurt bike
Newroz Ehmed: Divê gelê me li dijî xiyanet û dagirkeriyê têkoşînê xurt bike
Newroz Ehmed: Divê gelê me li dijî xiyanet û dagirkeriyê têkoşînê xurt bike
Newroz Ehmed: Divê gelê me li dijî xiyanet û dagirkeriyê têkoşînê xurt bike
13 hezîran, 2021   17:58
ŞEHBA

Bi armanca şermezarkirina êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, bombebarana li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkkeriyê re, her wiha ji bo silavkirina berxwedana gerîlayan, Meclisa Kantona Efrînê bi dirûşma "Li Dijî Dagirkerî û Xiyanetê Meşa Rûmetê" meşek li dar xist.

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê ji Kurd, Ereb û Tirkuman li ser rêya di navbera navçeya Fafîn û kampa Berxwedanê de kom bûn da ku piştgiriya Meşa Rûmetê bikin.

Beşdaran alên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, Yekitiya Jinên Azad, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, berxwedana Heftanînê û Garê rakirin. Her wiha pankartên bi nivîsên "Dema Erdoganê faşîst nêz bûye", "Heq tu carî namire madam gel li pey e û daxwaz dike" û "Komkujiyên Tirkiyê yên li dijî gelê Kurd rawestînin" rakirin.

Meş bi sloganên silavkirina berxwedana HPG`ê ya li çiyayên Kurdistanê û banga ji PDK`ê re ku ji ser piştgiriya ji artêşa Tirk vegere dest pê kir.

Meş li qada derve ya kampê veguherî mîtîngê û li wir girsya gel deqeyeke rêz girt, pişte endamê Meclisa Kantona Şehbayê Mihemed Weysî axivî û got: "Berxwedana dîrokî ya ku gerîla li dijî êrişên dagirkeriya Tirk dide meşandin, wekî derbeya ji siyaseta Erdoganê faşîst re ye ku ev yek dema êrişî Garê û Heftanînê kir jê re hate nivîsandin."

Weysî bang li şêniyan kir ku hîn zêdetir xwe bispêrin fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û li dijî dagirkeriyê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bikin.

Dûvre endama Rêveber a Meclisa Kantona Efrînê Newroz Ehmed axivî û îşaret bi siyaseta dewleta Tirk kir û got, bi rêya êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê hewl dide pirsgirêkên xwe yên hundirîn derxe derve, mînaka van êrişan jî; êrişên li dijî Heftanînê û beriya wê jî li dijî Garê û niha jî êrişî çiyayên Kurdistanê dike.

Newroz Ehmed her wiha got: "Îro em dibînin ku careke din PDK`ê destên xwe xistiye destên dijminê ku li dijî Kurdan komkujî pêk anîye, her wiha agahiyên der barê hêzên azadiyê yên li Avaşînê, Zap, Metîna û wargeha Mexmûrê de dide wan."

Newroz anî ziman ku Erdogan bi dagirkirina Efrînê heta bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çiyayên Kurdistanê û bi Mûsil a li Iraqê re dixwaze hikumê împaratoriya Osmanî zindî bike.

Newroz Ehemed siyaseta PDK`ê şermezar kir û got: "Kiyarên PDK' ku destekê dide dagirkeriya Tirk wekî kiryarên ku DAIŞ`ê ji Tirkiyê re kir ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Efrînê kir."

Newroz Ehmed di dawiyê de bang li şêniyan kir  ku li dijî êriş û planên dagirkeriya Tirk asta têkoşîna xwe bilind bikin û destnîşan kir ku ev plan bi saya berxwedana şêniyên wargeha Mexmûrê û gerîla dê têk biçe, mînaka wê jî binketina li Garê û Heftanînê ye.

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîlayan bi dawî bû.

(eh)

ANHA