Meclisa PYD’ê ya li Lubnanê girtina nûnerên PYD’ê li Başûrê Kurdistanê şermezar kir

Meclisa PYD’ê ya li Lubnanê girtina nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser ji hêla desthilatên Başûrê Kurdistanê ve şermezar kir û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku van kiryarên derqanûnî û derpergalî rawestînin, ji ber navkevin xizmet û berjewendiyên gelê Kurd.

Meclisa PYD’ê ya li Lubnanê girtina nûnerên PYD’ê li Başûrê Kurdistanê şermezar kir
13 hezîran, 2021   18:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk a Lubnanê daxuyaniyek da û tê de girtina nûnerên PYD’ê û Rêveberiya Xweser li Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em li Rojhilata Navîn, bi taybet Kurdistanê di rewşeke hestiyar re derbas dibin, ji aliyekî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê sûcên herî qirêj pêk tînin û demografiyê diguherin û li aliyekî din jî dewleta Tirk a dagirker êrişî Başûrê Kurdistanê û Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike, her wiha li aliyekî din jî dewleta Tirk li dijî tevahî gelê Kurd şerê taybet dimeşîne, da ku biratiyê û destkeftiyan derbe bike.

Di demekê de ku hewldanên ji bo temamkirina diyaloga kurdî-kurdî bi lez in, hêzên PDK’ê nûnerên têkiliyên partiyên me, Mistefa Osman û endamê Komîteya Têkiliyan li Hewlêrê Mistefa Ezîz, nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen ku ji bo pêşwazîkirina mêvanan diçûn balafirgeha Hewlêrê girtin.

Mîna van kiriyaran maf û berjewendiyên gelê me pêk naynin, lê belê dikeve xizmeta dijminên ku hewl didin fîtineyê di nav me derxin û nêzbûna kurdî qedexe bikin. Ev sûcek e li sûcên wan ên hevkariya bi dewleta Tirk re zêde dibe.

Em endamên Meclisa PYD’ê ya Lubnanê van kiryar û zêdegaviyên xeternak û bêberpirsiyarî yên ji hêla desthilatên hikumeta Başûrê Kurdistanê ve şermezar dikin. Em bang li wan dikin ku yekser van kiryar û zêdegaviyên derqanûnî û derpergalî ku zirarê bi destkeftiyên gelê Kurd dikin, rawestînin. Her wiha çi tevgereke ji aliyekî ku dixwaze mafên berxwedan û têkoşîna li dijî sûcên artêşa Tirk ên li dijî gelê me, şermezar dikin."

(fr)

ANHA