Li Minbicê têkildarî bûyerên dawî civînek berfireh hate lidarxistin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê têkildarî bûyerên ku vê dawiyê li bajar rû dane, civîneke berfireh li dar xist.

Li Minbicê têkildarî bûyerên dawî civînek berfireh hate lidarxistin
Li Minbicê têkildarî bûyerên dawî civînek berfireh hate lidarxistin
Li Minbicê têkildarî bûyerên dawî civînek berfireh hate lidarxistin
Li Minbicê têkildarî bûyerên dawî civînek berfireh hate lidarxistin
Li Minbicê têkildarî bûyerên dawî civînek berfireh hate lidarxistin
Li Minbicê têkildarî bûyerên dawî civînek berfireh hate lidarxistin
Li Minbicê têkildarî bûyerên dawî civînek berfireh hate lidarxistin
Li Minbicê têkildarî bûyerên dawî civînek berfireh hate lidarxistin
Li Minbicê têkildarî bûyerên dawî civînek berfireh hate lidarxistin
13 hezîran, 2021   14:49
MINBIC

Civîn li hola Meclisa Qanûnsaz a avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi beşdarbûna bi dehan şênî, di nav de şêx û rûspî, rewşenbîr, oldar û nûnerên hemû pêkhateyên bajar hate lidarxistin.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Mihemed Elî El-Ebo li ser bûyerên dawî ku li Minbicê rû dan got: "Destpêkê hin şênî daketin û banga mafên rewa kirin, daxwazên wan hatin girtin û kombûn bi awayekî aştiyane û pêşketî hate jihevxistin. Lê piştre hin destên qirêj xwepêşandan û daxwazên şêniyan berovaj kirin."

Endamê Rêveber ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Raîd El-Hemed jî bi bîr xist ku piştî rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê, rêveberiya sivîl ji şêniyên bajar bi awayekî rewa û şoreşgerî hate avakirin û wiha domand: "Ev rêveberî li dijî terorê ye û maf da gel da ku bi xwe xwe bi rêve bibe û çarenûsa xwe diyar bike. Lê ev rêveberî li xweşiya hin aliyan nehat, ji ber vê yekê xwest şêniyan li dijî wê derxîne û fikirên tundraw belav bike."

Bi navê oldaran, Eymen Mihemed jî axivî û wiha got: "Em bi daxwazên rewa yên li gorî qanûnên rewa yên vî welatî ne, me ne bi daxwazên ku welat ber bi xirabûn û wêranbûnê  ve dibe û yên li gorî ajnîdeyên derve re ne."

Beşdarên civînê, nêrînên xwe derbarê provakasyonên ku li bajarê derketin, daxwazên ku şênî ji bo wan derketibûn de anîn ziman. Beşdaran razîbûna xwe ji rêveberiya sivîl û hêzên ewlekariyê re nîşan dan ku daxwazên gel dibersivîne û nehişt ku rewş ber bi aloziyê ve biçe.

Endamên dîwana civînê diyar kir ku daxwazên gel rewa ne, dê rêveberî li gorî derfetên xwe daxwazên wan bi cih bîne.

ANHA