Şaredariya Dêrikê pêngavek da destpêkirin

Şaredariya Gel a Dêrikê pêngaveke paqijkirina kolanên sereke û yên şaxî, sererastkirina cihên giştî û ronîkirina kolanan da destpêkirin.

Şaredariya Dêrikê pêngavek da destpêkirin
Şaredariya Dêrikê pêngavek da destpêkirin
Şaredariya Dêrikê pêngavek da destpêkirin
Şaredariya Dêrikê pêngavek da destpêkirin
Şaredariya Dêrikê pêngavek da destpêkirin
Şaredariya Dêrikê pêngavek da destpêkirin
Şaredariya Dêrikê pêngavek da destpêkirin
Şaredariya Dêrikê pêngavek da destpêkirin
Şaredariya Dêrikê pêngavek da destpêkirin
13 hezîran, 2021   15:09
QAMIŞLO

Pêngav ji kolana Kornîş bi dirêjahiya 4 km dest pê kir, tê de derdora rêyan heta kolanên sereke yên navçeyê hatin paqijkirin û qiraxa çemê Dêrikê bi dirêjahiya 2 km hate paqijkirin.

Li gorî endama rêveber a Şaxê Park û Paqijkirinê Ahîn Dûma, pêngav ji bo tevahî parkên giştî û çerxerêya Şehîdan e û got: "Park û çerxerê ji qirêjê hatin paqijkirin û gîhayên bi ziyan hatin rakirin, her wiha sûrên wê hatin nûkirin û boyaxkirin û li tevahî navçeyê dermanên li dijî kêzikan hatin reşandin."

Ahîn diyar kir ku gerên karkerên paqijiyê li kolanên giştî û sûka navendî hatin zêdekirin û derbarê avahiyên ne qanûnî  de biryarname hatin derxistin ku werin muxalefkirin.

Ahîn diyar kir ku wan bi Komîteya Xizmetguzariyê ya şaredariyê re koordîne kirine û di rojên bê de rêyên giştî yên li navçeyê ronî bikin û di qonaxa duyemîn de dê deverên giştî û peyarên ku ziyandîtine sererast bikin.

Her wiha dê Komîteya Xizmetguzariyê xetên kanalîzasyonê yên yên ku xirab bûne sererast bike û xeteke nû bi dirêjahiya 100 mîtreyan dyne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rDZV6WsWd_4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>