Êzidiyên Helebê nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re da

Mala Êzidiyan a Helebê hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo gerîla  nîşan da.

Êzidiyên Helebê nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re da
13 hezîran, 2021   14:24
HELEB

Endamên Mala Êzidiyan a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê têkildarî êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriyê re daxuyanî da.

Endama Mala Êzidiyan Xanim Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li ser tevahî pêkhateyên vê erdîngariyê xetere ne, ji ber ku jiyana hevbeş û ewlehî û aşitiya li herêmê dike armanc: "Em Êzidî dibînin ku xeter mezintir e, ji ber ku nasname, ol û hemû pîrozgehên Êzidiyan dike armanc. Ev yek bi rêya operasyonên hovane, qirkirina etnîkî, olî û guhertina demografîk tên kirin."

Mala Êzidiyan êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên 3'yê Tebaxa 2014'an ên li ser Şengalê bi bîr xist û wiha hate diyarkirin: "Ma fermandariya PDK'ê ji xiyaneta ku di 3'yê Tebaxa 2014'an de kiribû têr nebû, ku fermana vekişandina ji herêmên Şengalê da û gelê bêçek bi tenê li pêşberî DAIŞ'iyan rû bi rû hişt. Ne jî gerîla û vekirina kerîdorên ewele bûye dê windahî mezintir bûya."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Şengal piştî hate rizgarkirina rêveberiya xwe ya bi hêz û li gorî felsefeya neteweya demokratîk ava kir, ciwanên wê YBŞ û Hêzên Asayîşê ava kirin ku parastinê dikin. Her wiha hate destnîşankirin ku hevkariya AKP û PDK'ê nû dibe, dixwazin herêmên berxwedanê; Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê derbe bikin.

Mala Êzidiyan got: "Pîrozgehên li Laleşa Nûranî bi gefên hikumeta Tirk û hevkariya hikumeta Başûr rû bi rû mane."

Mala Êzidiyan di berdewama daxuyaniyê de li hemberî êrişên faşîzmê banga yekitiyê li hêzên Kurdistanî kir û got: "Birîna Êzidiyan hîna nekewiyaye, hîna di kampan de ne û nikarin vegerin Şengalê."

Her wiha bang li siyasetmedarên Iraqê û rêxistinên mirovî û hiqûqî kir kir ku destwerdanê bikin û ji bo vegera şengaliyan li warê xwe bibin alîkar.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LHulJn1jwEs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>