Mihemed Behaeddîn: Divê ji bo aştiyê hunera çareseriyê bê bikaranîn

Sekreterê giştî yê Yekgirtûya Îslamî Selaheddîn Mihemed Behaeddîn bal kişand ser hewldanên şerekî di navbera Kurdan de û got “Jêhatin ew e ku tu ji bo aştiyê hunera çareseriyê bi kar bînî, nefretê ji şer bikin.”

Mihemed Behaeddîn: Divê ji bo aştiyê hunera çareseriyê bê bikaranîn
13 hezîran, 2021   07:14
NAVENDA NÛÇEYAN 

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selaheddîn Mihemed Behaeddîn, li ser Twitterê îşaret bi bûyerên dawîn ên li Başûrê Kurdistanê û hewldanên şerekî di navbera Kurdan de kir.

Mihemed Behaeddîn di peyama xwe de got şer nîşana şikestina aliyane, ji bo vê jêhatin ne gefa êrişkirinê ye, jêhatin ew e ku mirov ji bo aştiyê hunera çareseriyê bi kar bîne.

Mihemed Behaeddîn di dewama peyama xwe de diyar kir ku divê her kes nefret ji şer bike.