Berpirsê stasyonan: Ava vexwarinê ya Reqayê paqij e

Berpirsê stasyonên avê yê Reqayê Ebdo Ebdulqadir agahiyên qirêjbûna ava vexwarinê derewandin in û piştrast kir ku av li stasyona El-Kesrat tê paqijkirin û parzûnkirin.

Berpirsê stasyonan: Ava vexwarinê ya Reqayê paqij e
13 hezîran, 2021   06:49
REQA-EHMED EL-ELÎ

Şêniyên rojhilatê gundewarê Reqayê ji ber qirêjbûna ava çemê Firatê, bi gilî û gazinc in. Hinek ji wan bi bîr xist ku masiyên biçûk di ava vexwarinê de dîtine. Şêniyên ku nexwestin derkevin pêşiya kamereyê, got ew neçar dimînin ku avê bi xwe bi hinek rêbazan parzûn bikin.

Der barê mijarê de berpirsê stasyonên avê yê Reqayê piştrast kir ku ava vexwarinê li gundewarên rojhilatê bajêr qirêjî bûye û sedem jî vegerand kêmbûna ava çemê Firatê û lehiya li Belîxê çêbûye ku ava wê nayê vexwarin.

Ebdo Ebdulqadir destnîşan kir ku ava çemê Firatê heta rêjeya çemê Belîxê kêm bûye, li rex wê jî ava kanalîzasyonê ya Reqayê dikeve nav ava Firatê, ji ber wê av qirêjî dibe. 

Ebdulqadir di heman demê de eşkere kir ku plansaziyeke wan heye ku avê bigihînin bajarokên gundewarên rojhilatê Reqayê mîna El-Kerame û El-Cedîdat. Di vê çarçoveyê de dê bi alîkariya rêxistinên ku li Reqayê kar dikin, stasyonekê li ser kanala avdanê ava bikin. Li gorî agahiyên ku Ebdulqadir parve kirine, rêxistinan lêçûna dirêjkirina toreyên avdanê û avakirina stasyonê girtiye ser xwe lê bi şertê ku Nivîsgeha Avê amûrên pêwîst ji wan re peyda bike.

Her wiha Ebdulqadir agahiyên der barê qirêjbûna ava vexwarinê li Reqayê derewan din û diyar kir ku ji ber kêmbûna ava çemê Firatê wan lûleyên kişandina avê dihandine hev û wiha domand: “Her 15 rojan carekê em toreyên ava avdanê yên li bajêr paqij dikin. Berê me her 2 mehan carekê wisa dikir.”

Ebdulqadir bi bîr xist ku ew avê li taqîgehê test dikin ku li ser asta Sûriyê ya yekemîn e. Hefteyê du caran nimûneyên avê test dikin. Av bi rêya klorê tê paqijkirin û parzûnkirin.

Di dawiyê de Ebdo Ebdulqadir bang li şêniyan kir ku heke tiştek di ava vexwarinê de dîtin an jî kesek pê jehrî bû, li cem wan gilî bikin û piştrast kir ku deriyên wan li pêşiya wan şêniyan vekirî ne.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/A5LRwqy5iF0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>