Sîhanok Dibo: NATO xwe nûjen dike û xetên xwe yên sor diyar dike

Sîhanok Dîbo têkildarî lûtkeya NATO’yê ya 29`emîn got “NATO xwe nûjen dike. dê di vê lûtkeyê de xetên sor ên NATO’yê werin diyarkirin û dê gelek dosyayên dewleta Tirk neyên qebûlkirin. ”

Sîhanok Dibo: NATO xwe nûjen dike û xetên xwe yên sor diyar dike
13 hezîran, 2021   06:23
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

29`emîn lûtkeya NATO’yêdê sibe li Brukselê bê lidarxistin. Tê payîn ku di vê lûtkeya NATO’yê de hem stratejiyên nû werin diyarkirin hem jî di naveroka NATO’yê de guhertin pêk werin.

Beriya NATO’yê, ji bo girtina hin tawîz anku piştgiriya dewletan, Tirk ketin nava hewldanan. Beriya çend rojan bi talîmata Erdogan bi lez û bez heyetek şandin Lîbyayê. Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk  Hulusî Akar serdana wezîrê parastinê yên Îtalya û Brîtanyayê kir. Bi awayekî lez û bez rêkirina heyetek ji bo Lîbyayê û hevdîtinên bi dewletan re wekî encama tengbûna dewleta Tirk hat şîrovekirin.

Siyasetmederên li herêmê diyar dikin ku di vê lûtkeya NATO’yê de dê Erdogan di mijara Lîbya, Deryaya Spî, Ukrayna û S-400 de gavan bi paş de biavejê ku êdî nikare tu tawîzan hem ji Rûsya hem jî ji Amerîkayê wergire.

`NATO DIKEVE ASTEKE NÛ`

Endamê Desteya Hevserokatiya MSD`ê Sîhanok Dîbo der barê lûtkeya NATO'yê de anî ziman ku di navbera koalîsyona NATO'yê de xetên stûr hene ku ber bi xwenûjenkirinê ve diçin û got: “Bi lûtkeya 29`emîn re NATO dikeve qonaxeke nû. Ji ber ku kelemên li pêşiya NATO’yê yên destpêkê ne wekî yên niha ne. Îro ew kelemên li hember NATO'yê cuda ne. Hîn nêrînên ku `dibe ku NATO jî bi dawî bibe` şaş in. Tekiliyên di navbera Tirkiyê û Amerîkayê şûnde vedigerin û li aloziyan diqelibin. Ger ev alozî neyên çarereserkirin dibe ku hevdîtina Biden û Erdogan jî pêk neyê. Ger bibe jî her du alî pêwîstiya wan hîn bi hev heye lê ne wekî hev in. Rola Tirkiyê di dema deshilatdariya Erdogan de şûnde vedigere. Hemû pirsgirêkên wan ên dewlet û bi taybet di Rojhilata Navîn de xuya dibe. Niha jî Tirkiye dixwaze ahengekê di navbera Rûsya, Amerîka, NATO, Çînê de çêke û tekiliyên xwe bi dewletên Ereban re jî xurt bike. Lê ew sedemên ku Erdogan paşde hiştiye, nikare jê vegere ku îro di rewşeke bipirsgirêk de ye û wiha nikare berdewam bike.”

‘STRATEJIYA AMERÎKA Û YEKITIYA EWROPAYÊ: DÊ BI HEV RE GAVAN BIAVÊJIN

Dîbo bal kişand ser tekiliyên Amerîkayê bi Yekitiya Ewropayê re û anî ziman ku êdî bi hev re tev digerin û got: “Astengiyên li pêşiya Amerîkayê, welatên ewropî li welatên Ereban, Rojhilata Navîn de dihêle ku siyaseta Amerîka û Yekitiya Ewropayê bi hev re gavan biavêjin. Ew asta ku di dema Trump de gihiştîbûnê, îro di vê qonaxê de guhertinêk ji sedî 80 çêdibe. Pêwîstiya Ewropa û Amerîkayê qonaxa ku bi hev re dimeşinîn, berdewam dike. Wê di vê demê de siyaseta her duyan gelekî nêzî hev be, gavan bi hev re biavêjin û pirsgirêkên li pêşiya xwe wê bi hev re derbas bikin.”

'GELEK DOSYA DÊ NEYÊN QEBÛLKIRIN'

Dîbo destnîşan kir ku dê di vê lûtkeyê de gelek tiştên Tirkiyê neyên qebûlkirin û got: “Di siyaseta Erdogan de tengbûneke diyar heye. Tevî ku jeo-siyasiya Tirkiyê gelekî li pêş e, êdî Ewropa û Amerîka bêguman gefxwarina penaberan, tekiliyên Tirkiyê - Erdogan bi komên tundraw ên wekî DAIŞ, El- Nûsra, mijara S-400 jî wê qebûl nekin. Her wiha dosyayên der barê Sûriye, Misir, Deryaya Spî de dê heman nêzîkatiyên Tirkiyê qebûl nekin. Di NATO, YE û siyaseta Amerîkayê ya Rojhilata Navîn de gavên cidî tên avetin, astengî ji aliye dewleta Tirk derbikeve bêguman wê helwestekî nû li pêşiya Tirkiyê jî derbikeve. Niha pêşî li gefa dewleta Tirk a pênaberan tê girtin. Mînaka wê biryarê ew bû ku Yewnanîstanê derxistin penaberên ji Tirkiyê qebûl nekiribû. Pêşeroja Tirkiyê bi vî awayî nema tê qebûlkirin ku bi vî rengî bimeşê û gavên ji xwe mezintirîn biaveje.”

Endamê Desteya Hevserokatiya MSD`ê Sîhanok Dîbo diyar kir ku êdî wê Tirkiye nema li ser Osmaniya nû berdewam bike û got: “Dema dayîna biryarên li dijî dewleta Tirk hatiye. Xetên sor dê ji vê lûtkeya NATO’yê derkevin. NATO xwe nûjen dike.”

ANHA