Balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk li ser Şehba û Şêrawayê digerin

Li asîmanê kantona Şehba û navçeya Şêrawa tevgera balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk a dagirker heye.

Balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk li ser Şehba û Şêrawayê digerin
12 hezîran, 2021   19:28
ŞEHBA

Di van kêliyan de balafirên şer û keşfê yên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê digerin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên destpêkê yên vê êvarê  ve gundên Şehba û Şêrawayê topbaran dikin.

Gundên tên topbarankirin ev in; Bênê, Aqîbe, Semoqa, Merenaz, Xirbikê, Şewarxe, Herbil  û Alqemiyê.

ANHA