ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-06-2021'AN
12 hezîran, 2021   23:00

-Çalakiyên Pêşangeha Duyemîn a Berhemên Herêmê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja duyemîn de li bajarê Qamişlo didomin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên herêma Firatê bi armanca şeremzarkirina êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û piştevaniya ji bo berxwedana gerîlayan, meşa rûmetê li dar dixin, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên ji Reqa û Minbicê diyar kir ku armanca ji kiryarên derxistina provaksyonan, dengê gel û jinan bisekinin û şoreşê têk bibin. Jinan gotin, erka wan a sereke prastina destkeftiyên şoreşê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka SZK`ê kampanyaya îmzeyan a ku bi daxwaza zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê li Bakurê Kurdistanê, wek gaveke pîroz û girîng nirxand. Her wiha piştgiriya xwe ji kampanyê re eşkere kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya nîvê salê li bajarê Reqayê li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Ebdulkerîm Omer diyar kir desthilata PDK'ê nûnerên "Îtîlafa Sûriyê" ku siwana siyasî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker ye pêşwazî dike û nûnerên Rêveberiya Xweser digire. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Xerîb Hiso diyar kir ku şerê birakujiyê ji êrişên artêşa Tirk a dagirker xetertir e û bang li PDK'ê kir ku li kêleka dijmin nesekine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Sîhanok Dîbo anî ziman ku lûtkeya NATO ya 29`emîn dikeve asteke nû û got: “NATO xwe nûjen dike. Wê di vê lûtkeyê xetên sor ên NATO werin diyarkirin û wê gelek dosyayên dewleta Tirk neyên qebûlkirin. ” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Li Tûnisê ji ber ku tevgera El-Nehda ya Îxwanî di deh salên dawîn de nekarî kar û barên dewletê bi rê ve bibe, rewşa aborî gelekî bi paş de çû û ji ber wê kolana Tûnisê dikele. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Çavdêr diyar dikin ku êrişên dawîn ên Rûsyayê yên li bakurê Sûriyê peyameke zextê ya li dijî Tirkiyê ye beriya ku civîna Biden û Erdogan dest pê bike, Qeter careke din li hemberî têkiliyên wê yên kûr bi rêxistinên terorîst ên sûcdarên navneteweyî re rû bi rû ye. (BI WÊNE).

CIWAN

-Ciwanên Kobanê bi meşeke meşleyî piştgiriya xwe ji bo berxwedana gerîlayan nîşan didin, saet 19:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Berpirsê stasyonên avê yê Reqayê Ebdo Ebdulqadir agahiyên qirêjbûna ava vexwarinê derewandin in û piştrast kir ku av li stasyona El-Kesrat tê paqijkirin û parzûnkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA