Artêşa dagirker û çeteyên wê li Şêrawayê zarokek birîndar kir

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser navçeya Şêrawayê de zarokek birîndar bû.

Artêşa dagirker û çeteyên wê li Şêrawayê zarokek birîndar kir
12 hezîran, 2021   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di topbarana artêşa Tirk a dagirker a li ser gundê Aqîbe yê navçeya Şêrawayê de zarokê bi navê Îsa Mihemed Îsa (12) di serê xwe de birîndar bûn.

Zarokê birîndar veguhestin nuqteya tenduristiyê ya navçeya Şêrawayê.

Rewşa zarok ne baş e.

ANHA