Peykersazekî efrînî li Qamişloyê  kelha Nebî Hûrî çêdike

Da ku çand û şaristaniya Efrînê ya ku di nava pencên dagirkeriya Tirk de hatiye windakirin belav bibe, peykersazekî efrînî ku li bajarê Qamişlo dimîne kelha Nebî Hûrî  çêdike ku dewleta Tirk şaristaniya wê talan kiriye û ji bo fikirê tundrawî berbelav bike veguherandiye mizgeftekê.

Peykersazekî efrînî li Qamişloyê  kelha Nebî Hûrî çêdike
12 hezîran, 2021   05:53
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Piştî dewleta Tirk a dagirker di 18`ê Adara 2018`an de bajarê Efrînê dagir kir, dîroka wê çewisand, hezkirin û bêrîkirina ji Efrînê re hişt ku peykersaz Ebdurehman Hisên peykera kelha Nebî Hûrî li Qamişloyê çêke, da ku serpêhatiya berxwedana Efrînê û guhartina demografiyê ya ku çêbûye nîşan vebêje.

Nebî Hûrî wekî dergûşa şaristaniyan tê naskirin an jî bi bajarê Korş an jî bajarê Sîros tê naskirin ku şaristaniyên Yewnanistanê û farisî ev nav lê kiribûn, dîroka vê kelhê digihêje serdema Bîzantiyan, 45 km dikeve bakurê rojhilatê bajarê Efrînê yê dagirkirî û bi 70 km dûrî bajarê Helebê ye.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan, piştî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrînê dagir kir, şûnwarên wê talan kirin û li bazarên herêmî firotin.

Beriya meh û nîvekê li Çerxerêya Cotkaran a li taxa Enteriyê ya Qamişlo peykersaz dest bi çêkirina peyker kiriye û gihaştiye qonaxa danîna kevirên kelehê.

ŞEKLÊ KELHÊ

Têkildarî hûrgiliyên li ser peykerê Ebdurehman Hisên ragihand ku peyker xwedî 6 aliyan e di navbera her aliyekî de derdora 2 metre û nîv heye û bilindahiya wê 9 metre heye.

Ebdurehman Hisên ev li gotina xwe zêde kir: "Li dora kelhê dê nexşeya Efrînê were xêzkirin, di nav de dê 7 kanî hebin her çeşimek nûnertiya navçeyeke ji navçeyên Efrînê dike û dê bi kevran jî peykerê kelhê pê were xemilandin, ew kevr ji hundirê Efrînê bi zehmetî gihaştin bajarê Qamişlo, her wiha dê darên zeytûnan li kêlekê werin çandin ku ew jî ji Efrînê hatine."

Hisên destnîşan kir ku li aliyê li hemberî çerxerêyê mertalek hate danîn û li kêleka wê jî balafirek heye û dê wêneyên şehîdên Efrînê li ser mertalê werin danîn, her wiha hejmara 58 rojan jî dê li kêlekê were danîn ku ew jî rojên gelê Efrînê li hemberî hovîtiya alava şer a dagirkirina Tirk li ber xwe dane, ye, mertal tê wateya hêz û parastinê û balafir jî nîşaneya topbarana herêmê ya bi awayekî tund û berdewamiyê dide."

Ebdurehman Hisên diyar kir ku bi çêkirina peykar re xwest nameyekê ragihîne ku ew jî gelê Efrînê heta rizgarkirina herêmên xwe yên dagirkirî dê li ber xwe bidin, li dijî siyaseta qirkirina çandî û guhartina demografiyê parastina dîrok û şaristaniya xwe bikin.

Peykersaz Ebdurehman Hisên xebata xwe wekî rikberiya di navbera rewşa dijwar û bedewkirina peykerê kelehê de bi nav kir.

Efrîn bi kelhên xwe yên dîrokî tê naskirin ku qûblegeha geştiyaran e, lê belê ew rûyê xweşik ji bajarê Efrînê re nema, tevahiya mîmîkên vî bajarê kurdî hate guhartin, niştecihên wê hatin guhartin, şûnwarên wê yên dîrokî yên ku di nava tabloyên cîhanê de hatine senifandin, hatin çewisandin.

ꞌSÛCÊN TIRKIYÊ GUHARTIN Û ÇEWISANDINA DÎROKÊ NEꞌ

Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî bajarê Efrînê dagir kir, kelh ji devereke şûnwar veguherandin mizgeftê, têkildarî vê yekê Hisên got: "Dewleta Tirk kelh veguherand mizgeftê da ku fikirê tundraw tê de belav bike, kelh ne cihekî olî ye, lê belê kelheke dîrokî ye, beriya îslamê hate avakirin û tu têkiliyên wê bi ola îslamê re tune ye, ev sûcên Tirkiyê guhartin û çewisandina dîrokî ne."

Tê payîn ku peykerê kelha Nebî Hûrî di mehekê de bi dawî bibe.

(eh)

ANHA