Koçer: Meşa Rûmetê helwesteke zelal a li hemerî siyasetên qirkirinê bû

Hesen Koçer diyar kir ku meşa "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" helwesteke zelal a li dijî siyaseta qirkirinê ku dewleta Tirk ligel bêdengiya civakên navneteweyî û hevkariya PDK li dijî Kurdan dimeşîne ye.

Koçer: Meşa Rûmetê helwesteke zelal a li hemerî siyasetên qirkirinê bû
12 hezîran, 2021   06:09
NAVENDA NÛÇEYAN

10'ê Hezîranê, zêdetirî 50 hezar Kurd, Ereb, Suryan û Ermen û hemû pêkhateyên herêma Cizîrê di bin dirûşma"Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê" daketin qadan.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer mijarên girêdayî meş û mîtînga rûmetê, helwestên kurdistanî û cîhanî yên li hemberî êrişên qirkirinê ku li dijî kurdan têne kirin, her wiha girtina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD'ê li Hewlêrê ji aliyê PDK'ê ve, ji ANHA'yê re nirxandin.

'KURD QIRKIRINÊ RED DIKE'

Têkildarî meşê Koçer got: "Meşên ku li Rojava têne lidarxistin, bi taybet meşa li herêma Cizîrê, her wiha çalakiyên li Kurdistan û Ewropayê, helwesta neteweyî ya li dijî dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siyasetên qirkirinê, girtina siyasetmedarên Kurd ên parlamanter ên  ku bi rêya hilbijartinan hatin hilbiartin, diyar dike. Ev siyaset hemû dikevin xana planên bi armanca qirkirina kurdan. Lê li hemberî van siyasetan bêdengiyeke navneteweyî heye. Ev meş û çalakî berteka li dijî qirkirina kurdan e."

Hesen Koçer îşaret bi hikumetên ku Tirkiyê hikum kirine, kir û got: "Gelek hikumetên ku derketin û Tirkiyê hikum kirin, hewl dan kurdan qir bikin û desthilata xwe li ser înkarkirina kurdan ava kirin. Hevbendiya AKP-MHP'ê vê yekê dike, ev hevbendî parastina desthilata xwe bi temamkirina plana qirkirina kurdan ve girê dide. Berteka dawî ya gel, li dijî dagirkerî, êrişên li ser fedayên Kurd û gerîlayên ku ji bo kurdan xwe dikin qurbanî ye."

'ÊRIŞÊN QIRKIRINÊ PLANEKE BERFIREH E, CIVAKA NAVNETEWEYÎ JÎ DIPEJIRÎNE'

Koçer anî ziman ku êrişên Tirkiyê û planên qirkirinê, planeke berfireh e"Ne Tirkiyê tenê tê de beşdar e, lê belê bêdengiya navneteweyî diyar dike ku ew jî qirkirinan dipejirînin."

Koçer îşaret pê kir ku li gel wan aliyan, PDK'ê jî beşdarî van planan dibe û wiha dom da axaftina xwe: "Ev partî ji roja yekemîn ve dijberiya Şoreşa Rojava û serkeftinên ku kurdan bi dest xistine, dike. Alîgirên PDK'ê dagirkirina Efrînê bi rizgarkirinê bi nav dikin. Ma gelo Efrîn ji çi hêzê hate rizgarkirin. Bi sed hezaran Koçberên Efrînê niha di kampan de dijîn. Heman tişt bi serê Girê Spî û Serêkaniyê kirin. Di esas de daxuyaniyên PDK'ê ku dibêje Şoreşa Rojava tune ye helwesta wê diyar dike."

Koçer anî ziman ku her kurdek ku bi neteweya xwe serbilind e PDK'ê li hemberê disekine

Di berdewama nirxandinên xwe de Koçer bal kişand ser meşa rûmetê ya li dijî xiyanet û dagirkeriyê û got: "Kurdan helwesta xwe diyar kirin ku înkarkirinê qebûl nakin û êriş çawa dibin bila bibin dê li ber xwe bidin û têbikoşin. Ev rastiyeke ku Kurd bêdeng namînin."

'PDK'Ê NÛNERÊN RÊVEBERIYA XWESER DIGIRIN Û ÇETE BI SERBESTÎ LI BALAFIRGEHA HEWLÊRÊ TEVDIGERIN'

Hesen Koçer diyar kir ku çeteyên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirin bi balafiran ji bo balafirgeha Hewlêrê têne veguhestin da ku beşdarî şerê li dijî gerîla bibin, lê ji aliyê PDK'ê ve nayên girtin û wiha domand: "Lê PDK'ê nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser digire. Tu girêdana vê helwestê bi netewbûnê ve nîne. Divê Kurd vê yekê bizanibin; çeteyên ku li komkujiyan li dijî kurdan dikin, guhertina demografîk li Efrîna dagirkirî pêk tînin bi serbestî li Hewlêrê tevdigerin, îstîxbarata Tirkiyê bi serbestî li Hewlêrê tevdigere. Lê nûnerên PYD û Rêveberiya Xweser bi behaneyên derew têne girtin. Ma heta kengî wê PDK'ê siyasetên bi vî rengî bimeşîne? Kanalên wan 24 saetan behsa kurdiyatiyê dike û dersan li ser welatparêzî û netewbûnê didin, lê helwesta wan ne li gorî axaftinên wan in, dîsa jî destekê didin çeteyan."

Koçer , PDK'ê muxateb girt û got: "Hûnê Başûrê Kurdistanê ji dest bidin, dewleta Tirk 150 kîlometreyan derbasî Başûr bûye û jê dernakeve. Erdogan eşkere got Kerkûk, Mûsil ên Tirkiyê ne û di Mîsaqa Mîllî de ne."

'NE MUMKINE GERÎLA PÊŞMERGE BIKUJE'

Koçer di berdewama axaftina xwe de sersaxî ji malbatên 5 pêşermgeryan yên ku li Metînayê  hatin qetilkirin re xwest û got: "5 pêşmerge bûne qurbanî, em sersaxiyê ji malbatên wan re dixwazin, divê lêpirsîneke li ser vê yekê were vekirin. Balafireke bê mirov a Tirkiyê pêşmerge bomebebaran kir da ku şerekî navxweyî derxîne."

Koçer bi bîr xist ku gerîla Hewlêr, Şengal, Kerkûk û Mexmûrê parastin û pêşmergeyek qetil nekirin, gerîlayên fedayî ji bo kurdan û ji bo Başûrê Kurdistanê jî têdikoşin û her kes vê rastiyê dizane.

Hesen Koçer her wiha got: "Gelo çi karê hêzên taybet ên PDK'ê li Metînayê heye? Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê têk çûye û li derfeteke jiyanê digire û dixwaze vê yekê bi rêya desteka PDK'ê bigire. Tirkiyê hewl dide hêzên wê yên leşkerî li Başûrê Kurdistanê zêde bibin, lê PDK'ê hebûna nûnerên Rojava li Hewlêrê tehemûl nake û derfet nade tu kesî ku xebat û têkoşînê bike, lê îstîxbarata Tirk li Hewlêrê bi serbestî kar dikin, ma ev tiştekî neteweyî û welatparêzî ye. Dê dîrok her tiştî binivîsîne kê şerê kurdan kir û kê ji bo parastina Kurdan şer kir. Ev rastiyeke bi propogendayên televîzyonê nayên veşartin û bi van rêbazan gelê Başûrê Kurdistanê nayê xapandin."

Koçer helweata Tirkiyê ya ji referandoma Îlona 2017'an a li Başûrê Kurdistanê bi bîr xist û wiha axivî: "Ma gelo wê demê PKK'ê li Başûr bû heta ku Tirkiyê vê referandomê red bike. Erdogan wê demê got, serokekî eşîre ma dikare dewletekê ava bike."

Koçer bang li partiyên kurdî kir ku yekitiya xwe ava bikin  û got: "Bila tu partî nebêje ku ez ê bimînin û yên din wê biçin, divê zihniyeta welatparêziyê were xurtkirin û pêşxistin. Heger partiyên kurdî nebin yek û welatparêziya xwe xurt nekin wê hemû nemînin. Dewleta Tirk bi rêya derxistina hincetan mîna hebûna PKK'ê li Başûrê Kurdistanê û Şengalê biryara tesfiyekirina kurdan daye. PKK'ê tevgereke kurdî ye, divê hemû hêzên kurdî û kurdistanî çi li Rojava be, Başûr û Bakurê Kurdistanê û Ewropa be piştgiriya PKK'ê bikin, divê rihê welatpariyê ku dewleta Tirk hewl dide tune bike, were parastin."

Hesen Koçer îşaret bi xeteriya êrişên dewleta Tirk kir û diyar kir ku armanca sereke ya dewleta Tirk ji êrişên li ser Tevgera Rizgariya  Kurdistanê, têkbirina destkeftiyên ku kurdan di şexsê Tevgera Rizgariya Kurdistanê de bi dest xistine  ye û hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe destê wan di van êrişande hene. Koçer got, divê her kes asta vê xeteriyê nas bikin.

Koçer anî ziman ku doza kurdî dozeke ya her çar parçeyên Kurdistanê ye, ferq di navbera doza kurdî li Rojava û Başûrê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de tune ye, tevahî erdîngariya Kurdistanê tê hedefgirtin. Her wiha got: "Her serkeftineke li parçeyekê Kurdistanê ji bo gelê Kurd li gelemperiya Kurdistanê serkeftin e. Dema ku hikumeta herêma Kurdistanê hate avakirin tevahî kurdan kêfxweşiya xwe anîn ziman."

'KURD WÊ NEBIN QURBANIYÊN BERJEWENDIYÊN ÇEND KESAN'

Koçer diyar kir ku destdirêjiya PDK' ya li destkeftiyên kurdan bi navê xebatên doplomatîk bi dewleta Tirk a dagirker û hebûna têkiliyên aborî di navbera wan de, ne rast in û ev xal li gotina xwe zêde kir: "Em qebûl nakin ku gelê Kurd bibe qurbanê wan têkiliyên doplomatîk û aborî, em qebûl nakin ku kurd bibe qurbaniyê berjewendiyên madî yên hin kesan, gelê Rojava vê siyasetê qebûl nake, ji ber ku bi hezaran keç û xort di nava HPG'ê de hene, zêdetirî 4 hezar şehîd di nava vê hêzên de hene. Her bûyerek li Başûrê Kurdistanê raste rast bandorê li Rojava dike."

'DOMANDINA ÊRIŞÊN TIRKIYÊ DÊ CAREKE DIN DAIŞ'Ê ZINDÎ BIKE'

Hesen diyar kir ku êrişên Tirkiyê yên li ser Başûrê Kurdistanê dê bihêle ku çeteyên DAIŞ'ê careke din vegerin û wiha pê de çû: "Ji ber ku Tirkiyê niha hêzên ku ji bo tunekirina DAIŞ li Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Başûrê Kurdistanê berdêlên mezin dane, dike hedef. Di dema êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Tevgera Rizgariya Kurdistanê destekeke mezin da me. Divê civaka navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî vê rastiyê nas bikin."

Koçer anî ziman ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê tevgereke kurdistanî û neteweyî ye, di dema xeteriyan de bê teredud destekê dide tevahî gelê Kurd. Koçer spasiya HPG û Tevgera Rizgariya Kurdistanê kir ku destekeke mezin da Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hesen Koçer got, pêwîst e êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê werin rawestandin û got: "Ji ber ku ev êriş gefê li îstiqrara kurdan  û îstîqrara hebûna kurdan li Rojava dixwe, her wiha  dihêle ku çeteyên DAIŞ'ê careke din zindî bibe."

'KURD LI PÊŞBERÎ XETERIYEKE RASTEQÎN E'

Li ser helwesta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Koçer got: "Em li dijî şer in, bi diyalog û nîqaşan bawer in. Heger PDK'ê siyasetên xwe yên piştevaniya bi dewleta Tirk a dagirker re bidomîne dê dawiya wê bîne, dê herêma Kurdistanê hilweşe. Divê gelê Başûrê Kurdistanê vê yekê nas bike. "

Koçer got: "Dewleta Tirk dev ji herêmên ku dagir kirine bernade heger PKK'ê were tesfiyekirin dê Tirkiyê nikaribe ji Başûrê Kurdistanê derkeve, ji ber ku armanca qirkirina kurdan e, yên ku van siyasetên nizanin nezane û tu dersan ji dîrokê dernaxe,"

Hesen Koçer  diyar kir ku xeteriyeke rasteqîn li derdora kurdan, divê helwesteke neteweyî li gorî ku tê xwestin were diyarkirin. Koçer helwesta gelê Rojava ya di 10'ê Hezîranê de ya di meşa rûmetê de silav kir, her wiha spasiya pêkhateyê Ereb ê ku tev li meşê bûne kir.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-S0nvN0f6oU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>