Çavderê Başûrî: Bûyera Metîna wê li gelek cihên din jî pêk werin

Kawa Nadir Qadir der barê Iraq û Îran de got ku ew jî di nav heman plana dewleta Tirk de ne û wiha berdewam kir: “Wê bûyer li Metîna û Silêmaniyê ye jî pêk were. Divê li aliyê herêma Wertê ji bi heman awayî. Armanc duristkirina şerê birakujiyê, şerê navxweyî ye.”

Çavderê Başûrî: Bûyera Metîna wê li gelek cihên din jî pêk werin
12 hezîran, 2021   05:42
NAVENDA NÛÇEYAN - EKREM BEREKAT

Bi êrişan re zededir êdî dewleta Tirk û PDK bi hevkariyeke mezin li Başûrê Kurdistanê dest bi provakasyonên li dijî PKK û gelê Kurd kirine. PKK her çiqas bang li PDK kir jî PDK heya niha dev ji hevkarî û xeta xiyaneta li dijî Kurdan bernedaye.  Siyasetmenderên herêmê tevgera PDK`ê wekî derxistina şerekî navxweyî penase dikin.  Çavdarê siyasî yê Başûrê Kurdistanê Kawa Nadir Qadir der bare hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re got ku ev encama plana dewleta Tirk ya B ye ku dixwazinşerê nav Kurdan derbixînin. 

Der barê êrişên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê Qadir destnîşan kir ku divê ev êriş di çarçoveya nîştimanî de bên dîtinû got: “Ev krîza vejandina Lozanê ye, kar jê re tê kirin ji bo ku di bin sîwana guhertinên salên dawîn de bikarin Rojhilata Navîn bi sîstema sermayedariyê ve girê bidin. Lozan bi tenê peymaneke siyasî nebû, peymeneke aborî û stratejîk bû ku eger bandora xwe li gelek cihên din kiribe jî, di navenda xwe de Kurdistan hebû ku ji hemû mafên xwe bê par hatiye hiştin. Ji ber vê, dema em bixwazin dest bi şikara krîzê bikin, divê em bizanin çarçoveya çareseriyeke çawa dixwaze. Di vê çarçoveyê de ez van êrişan wek hewldaneke sînordar nabînim, êrişên pir demdirêj in ku ji Lozanê heta niha didomin.”

`KURD JÎ NEÇAR İN AZADİYA XWE Dİ LÛLEYA ÇEKAN DE DIBÎNIN`

Qadir anî ziman ku ji di demekê de ku doza Kurd gihaştiye asteka girîng û Kurd hêza xwe ya leşkerî heye, yên ku di merama parastina Lozanê de ne û dixwazin dîzayna nû ya Rojhilata Navîn biparêzin, bi her awayî li hember alîgirên azadî, demokrasî û dostaniyê şer bikin û biryar dane ku van ji holê rakin. Qadir got: “Di demeke bi vî rengî de ku wan hêzan çareseriya pirsa Kurd di lûleya çekan de dibînin, Kurd jî neçar in azadiya xwe di lûleya çekan de bibînin. Ji bilî vê tu rêyeke din nemaye.

Dagirkeran bi dirêjahiya serdema di navbera Lozan û roja me ya îro de bi her awayî serbazî, aborî û siyasî van êrişên xwe ji bo qirkirin û nehiştina doza Kurd domandin. Her tim bi lihevkirinên dualî, sêalî û çaralî di nava xwe de, ev armanca xwe mezin û berfireh kirin. Niha jî di heman çarçoveyê de biryareke nû dane û dixwazin bi cih bînin. Li hember van jî Kurdan biryar daye îradeya xwe nîşan bidin û şerê man û nemanê bikin, şer di navbera van her du xetan de ye.”

`NETEWEYÎBÛN Û WELATPARÊZİYA WAN KÊM Û LEWAZ E`

Qadir da xûyanîkirin ku PDK bingeha xwe li ser feodalîzmê damezirandiye û bi tenê kesek dikare biryarê bide, hem li ser PDK’ê û heta Kurdistanê jî û got: “Feodalîzma  Kurd di dîroka xwe de û di esasê xwe de li ser bêbawerîbûnê hatiye û meşiyaye. Di mijaren neteweyî û nîştmanî de tenê ji bo desthilat û berjewendiyên xwe kar kiriye.  Lewma mirov dikare bibêje neteweyîbûn û welatparêziya wan kêm û lewaz e. Di vir de ê ku bixwaze rêya çareseriyê bide pêşiya xwe, divê ne tenê rêya çekan, divê rêya siyasî, perwerdeya civakî jî esas bigire. Nabe çareseriya zor û xwînrijandinê bikin rêya yekane. Bê guman dewleta Tirk dixwaze Kurd wek kole, bê azadî, serşor bijî, her kesek alîkariya vê hewldan dagirkariyê bike, bi welatparez nayê ditîn. Lê divê li ser bingeha siyasî rê ji şerê birakujî re neyê dayîn. Di vir de behre û zanabûna serkirdayetiya tevgera azadiyê derdikeve pêş ku çawa ew çeka birakujiyê ji destê dijminên Kurd derdixe. Ku çawa ev rewşa han dike derfeteke girîng ji bo çareseriya doza Kurdistanê.”

PLANA B: DERXISTINA ŞERÊ NAVBERA KURDAN

Qadir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya planen xwe de ji bo dagirkirina Kurdistanê de plana xwe ya B xistiye meriyete û got: “ Plana B re şerê di nava Kurdan de ye û dixwaze hemû hêzên siyasî yên Kurd bixe nava şerê hev de. Piştî serxistina vê planê jî, di çarçoveya Mîsaqa Mîllî de dagirkirina hemû bajar û herêman xistiye pêşiya xwe. Niha plana B dimeşîne. Dema mirov bûyera şehadeta 5 pêşmergeyan jî vedikole, dibîne ku beşeke ji plana B ya dagirkeriyê ye. Ji bo vê divê hem HPG û hem jî PDK di çarçoveya kurdistanîbûnê de li vê mijarê binêrin.”

 MÎNAKA ŞERÊN PDK YÊN BIRAKÛJIYÊ

Qadir destnîşan kirk u PDK çend caran ketiye nava şerê birakujiyê, piştî bi dawî hatina şer, fêm kiriye ku ev şer bi plana dijmin çêbûye û got: “Mînak şerê 5 sal ê di navbera PDK-YNK’ê de ku piştre aşkera bû ku bi destê Îran û Iraqê hatiye çêkirin û xwîna bi hezaran ciwanên Kurd hate rijandin. Di rewşa heyi de jî, her çar dewletên dagirkerên Kurdistanê bi hev re plana jinavbirina destkeftiyen Kurdan çêdikin û dimeşînin. Ev plan çi qas li dijî Herêmen Parastinê yên Medyayê û gerîla ye, du car û sê carên din li dijî herêma Başûrê Kurdistanê û hemû destkeftiyen Kurdan e. Armanca sereke jî tunekirina fizîkî û neteweyî ya Kurdan e.”

Qadir da zanîn ku dijminê gelê Kurd her encama xiyanetê sûd wergirtiye û got: “Dijminên Kurdan ji serdema Medan heya roja îro bi dirêjahiya dîroka Kurd ji şerê navxweyî yê Kurd sûd wergirtiye. Ji ber ku dijmin sûd ji îxaneta hindek aliyên Kurdan wergirtiye û ev ji xwe re bi kar aniye. Lê di roja me de hewldanek bi vî rengî ew qas asan nabe. Ne ji bo PDK’ê asan e, ji ber ku wê jî siyaset û bernameya xwe heye. Di rewşa heyî de PKK-gerîla li hemberî dewleta Tirk di nava berxwedaneke pir mezin de ne ku tenê ew dikarin bi vê berxwedanê rabin. Di rewşa heyî de ew dikarin îradeya gelê Kurd nîşan bidin.”

 ALIYÊN TAWAN KIRIBIN DIVÊ Jİ BO DADGEHKİRİN Û HESABDAYÎNÊ AMADE BİN

Qadir ji bo pêşîgirtina şerê navxweyî yê Kurdan anî ziman ku ger tiştek wiha çê bibe wê karesatên pir xirab bi xwe re bîne û wiha pê de çû: “ Ez bawer nakim ku PDK haya wî ji vê rastiyê tune be ku dewleta Tirk bi dehan caran êrişen mezin anîne ser PKK’ê û PKK her maye û ji nav neçûye. Ji ber ve jî, kombûn di bin banê nîştimanperwerî û welatparêziya Kurdistana mezin de ev pirsgirek tê çareserkirin. Divê lijneyeke lekolîn û lêpirsînê bê çêkirin, ev lijne bixebite, piştre her aliyek tawan û xeta kiribe jî divê ji bo dadgehkirin û hesabdayînê amade be.”

`BÛYERA METÎNA YE WÊ LI SILÊMANIYÊ JÎ PÊK WERE`

Qadir der barê Irak û Îran de got ku ew jî di nav heman plana dewleta Tirk de ne û wiha berdewam kir: “Bi dîtina dostekî ew zanyari rast e, lê ne bi tenê li Hacîomeran, ez di wê baweriyê de me wê bûyera li Metînayê, li Silêmaniyê ye jî pêk were. Divê li aliyê herêma Wertê ji bi heman awayî. Armanc duristkirina şerê birakujiyê, şerê navxweyî ye. Derfet û îmkanên wan ji bo gihaştina vê armancê ji heye. Eger serkirdayetiya PDK’ê û PKK’ê bi dîqet tev negeren, dê dijmin bigihêje vê armanca xwe. Lê ez bi hêvî me ku şerek wilo çênabe û ji bo her du aliyan jî ne asan e.”

`ŞER NABE ÇARESERÎ Û Dİ DAWİYE DE HER NEÇAR İN WERİN GEL HEV`

Qadir destnîşan kir ku serkirdayetiya PDK’ê baş dizane ku her hewldanek a dagirkirina Kurdistanê li ser hesabê wan e û wê zirar li wan jî bide û got: “Divê PDK bi dehan car ji PKK’ê zêdetir li ser vê dagirkeriya dewleta Tirk bifikire. Eger ev dagirkeriya hanê bigihêje encamê, dê rewşa ku niha li Bakurê Kurdistanê heye, li wir jî hakim bibe. Di rewşeke wiha de dê serkirdayetiya PDK’ê jî bi heman êrişan re rû bi rû bimîne. Ji ber ku dewleta Tirk bi çavekî li hemû Kurdan dinêre. Madem PDK ji Kurd in wê ew ji bi heman çarenûsê re rû bi rû werin. Ya herî girîng ew e em Kurd û berjewendiyên nîştimanî yên Kurdan biparêzin. Eger na wekî ku çawa me li sedsala borî de bedela îxanete 3 parlamentarên Kurd en ku beşdarî kirin di Lozan’ê de, da û em hîna ji berdêlan didin, lê îro karek bi wî rengî dê êşa wê pir mezin û girantir be. Ji bo wê em ji serkirdayetiya her du aliyan dixwazin bi hev re rûnên û pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin. Şer nabe çareserî û di dawiye de her neçar in werin gel hev.”

Di dawî de Qadir bang kir ku divê hemû alî û hêzên siyasî bi yekdengî piştgiriya berxwedana PKK û gerîla bikin û got: “PKK û gerîla li şûna hemû gelê Kurdistanê li ber xwe didin, tu kes nikare vê berxwedanê veşêre. Ji ber  ev berxwedan parastina îradeya gelê Kurdistanê û parastina dahatûya gelê Kurd e. Gelê Kurdistanê jî divê di pratîkê de piştgiriya PKK û gerîla bike.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/xYo1-8jGTUM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>