ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-06-2021'AN
11 hezîran, 2021   23:00

- Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Minbicê Hisên El-Ewnî got: "Erka xweparastinê erkeke mirovî û exlaqî ye û divê hemû wê pêk bînin. Xweparastin jî mafeke rewa ya civakê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Li Qamişlo xebatên pêşangeha Pîşesazî ya 2’yemîn a Berhemên Herêmî dest pê dikin, saet 10:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Hesen Koçer got: "Meşa Rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê berteka kurdan a li hemberî siyasetên qirkirinê nîşan ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê di nava bêdengiyekê de li dijî kurdan dimeşîne." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Berxwedana qehremantî ya li girtîgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, berxwedaneke dîrokî ye û çirûska wê ji gotina "Berxwedan jiyan e" pêket. Çalakger li hember binpêkirinên dijmin û ji bo pêkanîna xwestekên xwe bi greva biçîbûnê li ber xwe didin. Li Rojava piştevaniya ji bo berxwedana girtiyan zêde dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Çeteyên DAIŞ'ê li herêmên ku dagir kiribûn sûcên herî qirêj pêk anîbûn, hin jê hatin belgekirin, lê hinên din nehatin belgekirin. Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin da ku bibe beşek ji xebatên dadgehekirina DAIŞ'ê heta ku edalet pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎRÎKA

- Siyasetmedar û rûspiyên navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku erka xweparastina erka her kesên ku li ser vî erdî dijîn e û ev pirs kir: "Ma gelo gefên dewletên herêmê bi dawî bûne ku erka xweparastinê ji holê rabe?" (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

-"Artêşa min li ku dervê be ew dever ji min re ye" Sozdar Kurdman bi vê gotina ku dewleta Tirk her tim dibêje armancên wê yên dagirkirina dewletên cîranê eşkere kirin û bang li tevahî gelan kir ku tev li xwepêşandanên li dijî êrişên dewleta Tirk bibin û piştevaniya berxwedana gerîla bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Da ku çand û şaristaniya Efrînê ya ku di nava pencên dagirkeriya Tirk de hatiye windakirin belav bibe, peykersazekî efrînî ku li bajarê Qamişlo dimîne kelha Nebî Hûrî  çêdike ku dewleta Tirk şaristaniya wê talan kiriye û ji bo fikirê tundrawî berbelav bike veguherandiye mizgeftekê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Şêniyên bajarê Şedadê û gundewarên wê gazinan têkildarî gelek pirsgirêkên tenduristiyê dikin, jê navçûyîn û zikêş ku sedema wê jî ava ne paqij e û bi rêya sehrîcên ji bîrên Şimoka û Til Birak ên gundewarên Hesekê tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA