​​​​​​​Têkildarî rastiya ola îslamê semînerek hate dayîn

Oldarên misilman diyar kir ku pêdiviya civaka bi veguherîn û ronasanseke kalîtîk heye ku şerîetên îslamê pêk bên. Her wiha got, divê mirov li rihê îslamê û şerîetên wê vegere û ev jî erkek li ser tevahî oldarên îslamê ye.

​​​​​​​Têkildarî rastiya ola îslamê semînerek hate dayîn
11 hezîran, 2021   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rola îslamê di çareserkirina pirsgirêkên civaka Rojhilata Navîn de semînerek bi rêya onlinê ji hêla oldar Hener Ehmed Bico ve hat dayîn.

Gerînendeya Nivîsgeha Komeleya El-Selam a Mirovahî, endama Kongreya Civaka Îslama Demokratî Hîbetullah Debliz, Dr. qanûna destûrî û cîgirê serokê navenda Bexdayê ya Geşkirina Qanûn û Aboriyê Elî Mehdî, gerînendeyê navneda perwerde ya mafên mirovan a Almanya û endamê damezrîner ê Meclis Ewropayê ya Kurdî ya Îslamî li Almanya Elaedîn Al Reşê, Dr. û mamosteyê zanîngeha Ebû Zebî Mihemed Hebeş beşdarê semînerê bûn. Di semînerê de mijara girîngiya ola îslamê hate nîqaşkirin.

Beşdaran got, derketina tevgerên siyasî yên îslamî bandoreke mezin li duristiya ola îslamê kir û diyar kir ku îslam olekî xwedayî ye, ne ji bo çînekê, gelekî yan jî neteweyekê tenê ye.

Beşdaran eşkere kir ku "Peyama îslamê peyamekî cîhanî û ji bo tevahiyan e, bingeha wê dilovanî ye, di îslamê de nirxên exlaqî hene, ev nirx jî têkiliyên îslamê xurt dikin, ne wekî ku îdia dikin îslam ne olekî qetilkirin, tundrawî û îşkenceyê ye."

Her wiha beşdaran destnîşan kir ku îslam di merheleyeke hestiyar û dijwar re derbas dibe û civaka îslamê têkildarî pêkanîna destûrên wê, di felcbûnekê de ye û destûrên wê tên paşguhkirin. Her wiha aliyên ku divê şerîetên ola îslamê pêk bînin, li hember pêkanînê aciz in.

beşdaran da zanîn ku pêdiviya civaka îslamê bi veguherîn û ronasansekê heye ku şerîetên Quranê pêk bînin û girêdayîna navê îslamê bi qetilkirinê, ji nakokiyên hundirîn ên li herêmê tê. Her kes şerîetên îslamê û Quranê li gorî berjewendî û xwestekên xwe pêk tînin.

Di dawiyê de beşdarên semînerê got derketina DAIŞ’ê û komên çete yên ku bi navê îslamê xakê dagir dikin û mirovan qetil dikin û talaniyê dikin, îslam ji wan dûr e û gotin: "Ev komên çete yên tundraw Quranê ji bo rewakirina sûcên xwe bi kar tînin. Ji lew re divê mirov li rihê îslamê û şerîetên wê vegere û ev jî erkek li ser tevahî oldarên îslamê ye."

(fr)

ANHA