HPG`ê têkildarî bûyera Metînayê bang kir; çima bang nehatiye bersivandin?

HPG`ê têkildarî hedefgirtina pêşmergeyan daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo hedefgirtinê divê şandeyeke serbixwe bûyerê lêkolîn bike. Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan ku di 10’e mehê de tev li bernameyeke taybet bûbû, got ev êriş ji aliyê wan ve nehatiye kirin û armanceke wan ku êrişî pêşmerge bikin jî nîn e, lê divê peşmerge jî li gel dewleta Tirk erişî gerîla nekin.

HPG`ê têkildarî bûyera Metînayê bang kir; çima bang nehatiye bersivandin?
12 hezîran, 2021   06:44
NAVENDA NÛÇEYAN - KENDAL CÛDÎ

Di 5`ê Hezîranê de li Metînayê dema ku pêşmergeyên PDK`ê qadên gerîla dorpêç dikirin, wesayîteke zirxî ya pêşmergeyên PDK`ê hate hedefgirtin. Di encamê de 5 pêşmerge hatin qetilkirin û 4 pêşmerge jî birîndar bûn. Heta niha detayên zelal ên der barê hedefgirtina pêşmergeyan de nehatine belavkirin.

Dema bûyer çêbû, dezgehên çapemeniyê yên li Başûrê Kurdistanê, tevî ragihandina bi ser PDK`ê ve, ragihand ku wesayîta zirxî ya pêşmergeyan ji aliyê balafirên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye hedefgirtin, lê piştî demeke kurt, nûçeya der barê bûyerê de paşde hat kişandin û gerîla bi hedefgirtina pêşmergeyan hat tawanbarkirin.

HPG`Ê LI SER BÛYERÊ ÇI GOT?

Piştî hedefgirtina pêşmergeyan, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev bang kir: "Meseleya teqîna vê wesayîtê divê were lêkolînkirin. Em  wek HPG diyar dikin ku divê heyeteke hevpar an jî heyeteke serbixwe vê bûyerê lêkolîn bike û zelal bike.”

Tevgera Azadiya Kurdistanê bi vê helwesta xwe, hemû îdiayên PDK’ê û yên dewleta Tirk a dagirker li derewan qelibandin û rastiya bûyerê eşkere kir.

FERMANDAREKÎ PÊŞMERGEYAN: WESAYÎT JI JOR VE HATIYE BOMBEBARANKIRIN

Balkêş e ku ne tenê hêzên HPG`ê  rastiya bûyerê eşkere dikin, fermandarekî pêşmergeyan Qadir Xoranî têkildarî hedefgirtina pêşmergeyan li ser hesabê xwe yê Facebookê ev agahî parve kirin: "Wesayîta zirxî ya pêşmergeyan a li çiyayên Metînayê hatiye hedefgirtin, ji aliyê balafira şer an jî balafira bêmirov a dewleta Tirk ve hatiye bombebarankirin. Ji ber ku bi moşekê hatibû hedefgirtin, yan jî ger şer çêbûya, diviyabû tekerên wê jî teqiyana. Wesayît ji jor de hatiye bombebarankirin. Pêşmergeyên birîndar diyar kir ku ji asîman ve êriş li wesayîta wan hatiye kirin. Li gorî wêneyan jî wisa diyar e yan balafirên F-16 yan jî balafireke bêmirov, wesayît bombebaran kiriye.”

PÊŞMERGEYEKÎ BIRÎNDAR: ARTÊŞA TIRK XWEST BI VÊ YEKÊ FITNEYÊ DERXE

Roj bi roj der barê bûyera hedefgirtina wesayîta pêşmergeyan de agahiyên nû têne ragihandin. Di vê çarçoveyê de, çavkaniyekî pêbawer ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe bide, agahiyên nû dane ajansa Rojnnewsê. Li gorî çavkanî, hêzên pêşmergeyan beriya ku di 5’ê Hezîranê de biçin herêma Metînayê bi rayedarên dewleta Tirk a dagirker ên li baregehên Amêdiyê û Bamerniyê re axivîne. Rayedarên pêşmergeyan ji artêşa dagirker re gotiye ew ê biçin herêmê û bendekê ava bikin. Rayedarên pêşmergeyan detay û cihên ku dê biçinê jî vegotine û ji wan re gotiye “Em diçin bila haya we jê hebe, ji bo ku hûn êriş nekin.”

Çavkanî bi domdarî got piştî van hevdîtinan hêzên pêşmergeyan ber bi herêmê ve çûne, dema nêzî cihê gerîla bûne, balafireke bêmirov a biçek an jî dron a artêşa Tirk li wesayîta pêşmergeyan xistiye. Di encamê de 5 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Çavkanî anî ziman ku ev agahî ji aliyê pêşmergeyekî di êrişê de birîndar bûye, jî hatine piştrastkirin û gotiye artêşa Tirk xwestiye bi vê yekê fitneyê derxe.

Çavkanî di dawiyê de got ev rewş tê zanîn, lê desthilata herêmê bi tu awayî nahêle ku were belavkirin û bê zanîn.

Ruxmî bangên ku hatine kirin û rastiya bûyerê zelal dibe, heta niha rêveberên PDK’ê û ragihandina bi ser PDK`ê ve û dezgehên çapemeniyê yên dewleta qirker, gerîlayên azadiyê bi hedefgirtina pêşmergeyan tawanbar dikin.

Pirsa ku derdikeve holê; gelo çima heta niha bangên tevgera azadiyê û hêzên HPG`ê têkildarî bûyera hedefgirtina pêşmergeyan û beriya wê jî êrişên li dijî Garê û bikaranîna çekên qedexekirî û kuştina dîlan ji aliyê dewleta Tirk ve, nayên bersivandin? Eger PDK, hêzên Iraqê  û hêzên navneteweyî dixwazin rastiyê eşkere bikin, çima şandeyeke serbixwe bûyera hedefgirtina pêşmergeyan lêkolîn nake û rastiyê ji raya giştî re eşkere nake?

Berpirsê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl anî ziman ku beriya çend mehan dewleta Tirk li Garê têk çû, şerê ku niha li Metîna, Avaşîn û herêmên din ên stratejîk rû dide, armanc jê dagirkirina herêmên stratejîk e û hewldanên vegerandina baweriyê hêzên taybet ên dewleta Tirk ku sûcên herî kirêt pêk anîn.

Xelîl da zanîn ku di demekê de ku dewleta Tirk qirkirina xwezayê li Başûrê Kurdistanê pêk tîne, ev bûyer (bûyera Metînayê) rû da û wiha dewam kir: "Di destpêka bûyerê de, Rûdaw û Kurdistan 24, PKK’ê bi hedefgirtina pêşmergeyan tawanbar nekir. PDK baş dizane ku pêşmerge naxwazin şerê gerîlayan bikin."

Xelîl diyar kir ku PKK`ê bi awayekî zelal ji malbatên pêşmergeyan re sersaxî xwest û ji birîndaran re şîfa xwest û wiha domand: "Ev yek nerihetiyê çêdike. Niha fişarên dewleta Tirk li dijî PDK`ê zêde bûne. Rêya herî guncaw ku PDK’ê xwe ji fişarên dewleta Tirk xelas bike, divê li kêleka PKK, YNK, Tevgera Guhartin û hwd be. Di vir de nabêjim ku PDK’ê şer li dijî dewleta Tirk îlan bike, lê dema ku helwesta kurdî yek be û dema ku PDK`ê bangên ji bo lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya navneteweyî pêk bîne, wê demê PDK’ê dê bêhtir li hemberî dewleta Tirk disekine."

Xelîl got: "Yên ku texmîn dikin ku PKK`ê ev êriş pêk aniye, dixwazim tiştekî bêjim ku PKK`ê banga serokê berê yê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî Başûr kir, bersivandin û şervanên xwe parastina paytexta Başûrê Kurdistanê Hewlêrê kir, ne mimkun e zirarê bigihînin birayên xwe yên pêşmerge. Dizanim her kanalek siyaseta xwe ya edîtoriyê heye, lê dikarin rewşê nermtir bikin û li ser xetereyên ku hebûna Kurdan dike, hedef bigirin. Ên ku şerê birakujiyê sor dikin, divê baş bifikirin. Ne ji berjwendiyên tu partiyan e ku şerekî kurdî-kurdî çêbe." 

Di demekê de ku qirkirina xwezaya Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve bûye rojev, ne tesadûf e ku êrişek li dijî pêşmergeyan pêk were. Armanca dewleta Tirk û ragihandina wê ji bo fişarê li ser xwe sivik bikin, bi êrişa li dijî pêşmergeyan dixwazin şerekî di navbera hêzên kurdî de derxin. Li ser vî esasî bi şev û roj nûçeyên bêbingeh ên sorkirina Kurdan li dijî hev, diweşînin.

Lê ya sosret ew e ku PDK’ê jî heman armanca dewleta Tirk dimeşîne û qirkirina ku dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê Kurd û xwezaya Kurdistanê dimeşîne, nabîne. Berovajî wê, PDK’ê bi rêya rayedar û çapemeniya xwe êrişên dewleta Tirk rewa dike.

Çapemeniya bi ser PDK`ê ve li şûna ku helwesteke neteweyî derxe holê, bi rêya bernameyên xwe hewl dide şerê di navbera Kurdan de gur bike. Di vê çaçoveyê de, kanala Rûdawê bi yek ji xizmên pêşmergeyên re ku di êrişê de jiyana xwe ji dest daye, hevpeyvînek çêkir û pirsa “Gelo hûn PKK`ê dijminê xwe dibînin?” kir û xizmê pêşmerge ev bersiv da: "Dewleta Tirk şerê birakujiyê di navbera me de peyda kir û bi vê yekê kêfxweş e û pirsa te bê wate ye."

Ev bersiva xizmê pêşmerge hemû tiştên veşartî û tiştên li pişt perdeyê eşkere dike.

ANHA