Li Filistînê 3 kes hatin kuştin

Di encama şerê çekdaran û artêşa Îsraîlê yê li bajarê Cenîn ê li bakurê Dîfa Xerbî de, 3 filistînî ku 2 ji wan endamên saziyên ewlehiyê ne, hatin kuştin.

Li Filistînê 3 kes hatin kuştin
10 hezîran, 2021   11:07
XEZA

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku esfer Mehmûd Osman Îsê (33) û Edhem Yesir Tewfîq Elewî (23) ku girêdayî saziya îstixbarata leşkerî ne, hatine kuştin.

Li gorî çavkaniyên Filistînê, artêşa Îsraîlê bi armanca girtina Cemîl El-Emorî (24), Wîsam Ebû Zêd ku endamên Sereya Qudsê ne, êriş kir û li kolana El-Nasra ya Cenînê şer derket.

Tevgera Fetih ji ber kuştina her sê kesan qedexe ragihand.

(dm)