Li herêma Cizîrê nirxandina ezmûnên refên 12 û 9`an dest pê kir

Komîteya Ezmûnan a Herêma Cizîrê dest bi nirxandina kaxezên ezmûnên refên 12 û 9`an kir.

Li herêma Cizîrê nirxandina ezmûnên refên 12 û 9`an dest pê kir
10 hezîran, 2021   11:19
QAMIŞLO

Komîteya Ezmûnan a Desteya Perwede û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê dest bi nirxandina kaxezên ezmûnên wekhev ên refên 12 û 9`an kir.

Ezmûnên refa 12`an di 6`ê Hezîranê de û yên refa 9`an di 7`ê heman mehê de li 64 navendên ezmûnan li herêma Cizîrê dest pê kir.

Duh Komîteya Ezmûnan a herêma Cizîrê dest bi nirxandina kaxezên beşên zanyarî, erdnîgarî û ziman ên refên 12 û 9`an kir.

Ezmûnên refa 12`an beşa zanistî di 27`ê Hezîranê û beşa wêjeyî di 23`yê heman mehê de dê bi dawî bibin. Ezmûnên refa 9`an jî dê di 24`ê Hezîranê de bi dawî bibe.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ROaE8NdRNO8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>