Di encama êrişên balafirên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê de gelek çete hatin kuştin

Balafirên şer ên Rûsyayê derdora 12 derbeyan li gelek bajarokên gundewarên Idlibê pêk anîn. Hêzên hikumeta Şamê jî bi moşekan 2 erebe kirin hedef ku yek jê ya çeteyên dagirkeriya Tirk e.

Di encama êrişên balafirên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê de gelek çete hatin kuştin
10 hezîran, 2021   10:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê 12 êriş li dijî derdora Fitîra, Muzra, Kefer Iwêd ên çiyayê Zawiye, derdora San û Mecdliya yên gundewarên rojhilatê Dêrazorê pêk anîn. Tu agahiyên der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê erebeyeke sivîl li bajarokê Iblînê yê gundewarên başûrê Idlibê kir hedef. Di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha erebeyeke din a çeteyên dagirkeriya Tirk  kir hedef.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di wan êrişan de herî kêm 8 kuştî hene. Her wiha 5 çeteyên Siqûr El-Şam û çeteyên Tehrîr El-Şam û kesek ku nasnameya wî ne diyar e, hatin kuştin.

Her wiha hate bibîrixstin ku di nava wan kuştiyan de berdevkê fermî yê baskê leşkerî yê çeteyên Tehrîr El-Şam Ebû Xalid El-Şam û berpirsê koordîneyê yê ragihandina leşkerî ya çeteyên Tehrîr El-Şamê Ebû Museb hene.

Ji aliyekî din ve jî, hêzên hikumeta Şamê vê sibê bi zêdetirî 170 moşekan herêmên Mizra, Ehsam, Fitîra, Îblîn, Kensafra, Bare, Kefer Iwêd, Sifohin, Riwêhe, Filêfil, Bînîn û Maratê yên li başûrê Idlibê û derdora San û Medoliya yên gundewarên rojhilatê Idlibê kirin hedef. Topbaran heta van kêliyan berdewam e.

Ev 5 roj e ku hêzên hikumeta Şamê êrişên xwe yên bejahî li dijî “herêmên bêçek" didomîne. Êriş li dijî başûrê gundewarên Idlibê, Sehil El-Xab ê gundewarê Hemayê, gundewarên Laziqiye û gundewarên rojavayê Helebê pêk tên.

(şx)