​​​​​​​Karayîlan wê di Stêrk TV de gelek mijaran girîng nîqaş bike

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Mûrat Karayilan wê îşev daxuyaniyên gelekî girîng di Stêrk Tv de nîqaş bike. Wê ji heyeta ku Erdogan ji PKK’ê re şandiye heta bûyerên li Metînayê gelek bûyeran binirxîne.

​​​​​​​Karayîlan wê di Stêrk TV de gelek mijaran girîng nîqaş bike
10 hezîran, 2021   09:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Mûrat Karayilan wê îşev bibe mêvanê bernameya taybet a Stêrk Tvyê.

Karayilan ji tevgera dagirker a artêşa Tirk heta bûyera li Metînayê ya ku di 5’ê Hezîranê de pêk hat, wê gelek bûyeran binirxîne.

Karayilan di bernameyê de qala hin xalên girîng dike:

Erdogan çend meh berê çima heyetek ji PKK’ê re şand?

Karayilan li ser daxwaza vê heyetê çima xwest rûbirû bi Mesûd Barzanî re rûnê û wî hişyar bike?

Hewldana ku tê xwestin pêşmerge tevlî şerê li dijî PKK’ê bibe çawa dest pê kir?

Dema ku Hûlûsî Akar çû Hewlêrê û di civîna wan a bi PDK’ê re ya di 20’ê Gulanê de encamên çawa derketin holê?

Li pişt bûyera li Metînayê de ya di 5’ê Hezîranê de çi hene?

Di vê pêvajoyê de têkiliyên di navbera PKK û PDK’ê de çawa dimeşin?

Karayilan bangeke çawa li hêzên Kurdistanî, hunermend, ronakbîr û bi taybetî gelê li Behdînanê dike?

Di vê hevdîtinê de ya bi Karayilan re, bersivên gelek pirsan hene.