Li gorî ankêtekê piraniya ewropiyan Tirkiyê wek dijmin dibînin

Li gorî ankêtekê, piraniya şêniyên Ewropayê dewleta Tirk wek dijmin û ne hevalbend dibînin.

Li gorî ankêtekê piraniya ewropiyan Tirkiyê wek dijmin dibînin
10 hezîran, 2021   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ankêta ku Meclisa Ewropaya yê Têkiliyên Derve (ECFR) amade kiriye, diyar dibe ku piraniya şêniyên dewletên di Yekitiya Ewropayê de dewleta Tirk wek dijmin, ne wekî hevalbend dibînin.

Li gorî ankêtê, ji sedî 26 ji ewropiyan dewleta Tirk wek dijmin dibînin, her wiha ji sedî 25 jî tenê jî dewleta Tirk wek hevalbendeke girîng dibînin.

Dewleta Tirk ji sala 1999'an de ji bo endamtiya Yekitiya Ewropayê hatiye pêşniyarkirin. Lê ji ber binpêkirinên mafên mirovan li Tirkiyê û operasyonên girtin û binçavkirinê, pejirandina Tirkiyê di Yekitiya Ewropayê de hatiye taloqkirin.

Her wiha ji sedî 4’ê beşdarên ankêtê destnîşan kir ku dewleta Tirk hevkar e, xwedî nirx û berjewendiyên hevpar e. Li aliyekî din li Almanyayê ji sedî 40 dewleta Tirk  dijmin dibînin.

(dm)