​​​​​​​Rojnameyên erebî: Lewazbûna hikumeta Iraqê dibe sedem ku nakokiyên çekdarî zêde bibin

Rojnameyên erebî îro der barê rewaş Iraqê û dosyaya bendava El-Nehdayê, nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Lewazbûna hikumeta Iraqê dibe sedem ku nakokiyên çekdarî zêde bibin
10 hezîran, 2021   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

`IRAQ DEWLETA MÊTÎNGEHAN KU JI ALIYÊ MILÎSAN, ÊLAN Û PARTIYAN VE TÊN KONTROLKIRIN`

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Dibe ku henek be lê li gel rewşa tevlihev a li Iraqê, nûçeyeke balkêş belav bû ku dibêje: "Ji ber şerên domdar û ên dijwar di navbera êlên li Besrayê de şêxê êlan bang li kesên temenmezin ên ku di 1947, 1948, 1949 û 1950`î de ji dayîk bûne, kir ku tev li leşkeriya neçarî bibin.

Duşema borî li sûka Şiyux a li parêzgeha Zîqarê ji ber erdekê nakokiyek di navbera êlên li wir de derket ku di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Ruxmî ku hêzên ewlehiyê hebûn, lê wan mudaxele nekir.

Ya rast nakokiyên eşîrî li Iraqê ji sala 2003`yan ve ranewestîne. Ev nakokî li Besrayê yê başûrê Iraqê her ku çû, mezintir bû. Êdî li rex koronayê bûye pandemî. Sala borî pêleke tundiyê ya êlan ku mîna wê qet çênebûye, rû da. Li gel ku saziyên ewlehiyê nikarin rê li pêşiya vê tundiyê bigirin, ne dûr e ku di kijan kêliyê de be heman tundî rû bide. Tevî ku hin caran rewş aram dibe lê dîsa bi lez tundîtir dibe.”

`KOORDÎNIYEKE MISRÎ-SÛDANÊ JI BO KU ETIYOPYAYÊ NEÇAR BIKIN KU TEV LI DIYALOGÊ BIBE`

Têkildarî bendava El-Nehdayê rojnameya El-Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Misir û Sûdanê metirsiyên xwe ji ber encam û zirarên bendava El-Nehdayê anîn ziman. Piştî binkeftina dan û standinan di navbera her sê welatan de ku bi sponseriya Yekitiya Afrîkayê li dar ketin, her sê welatan li hev kir ku gelek xebatan li ser astên herêmî û navneteweyî bidin meşandin da ku Etiyopyayê bi awayekî cidî û vîneke rastîn a siyasî tev li diyalogê bikin û bigihêjin lihevkirineke qanûnî.”