Ciwanên Minbicê: Em li dijî êrişên dagirkeriya Tirk piştgiriya gerîla dikin

Ciwanên Minbicê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya PDK’ê û piştgiriya hikumeta Iraqê hewl dide Başûrê Kudistanê dagir bike. Ciwanan soza berxwedana li hemberî timayên dewleta Tirk a dagirker ku her tim hewl dide Kurdistanê parçe bike û dagir bike, da.

Ciwanên Minbicê: Em li dijî êrişên dagirkeriya Tirk piştgiriya gerîla dikin
10 hezîran, 2021   07:01
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsanê ve bi armanca dagirkirina herêmên din ên Kurdistanê êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Lê Hêzên Parastina Gel (HPG) ruxmî hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi dagirkeriya Tirk re berxwedana dîrokî li hemberî wan êrişan dimeşîne.

Li gorî agahiyên ku ji qadên şer hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker heta niha tu pêşketineke balkêş pêk neaniye. Lê li hemberî gerîla her tim derbên giran dixwe. Li gorî agahiyan di encama derbeyên gerîla de artêşa Tirk a dagirker ji gelek nuqteyên ku ber wê ve pêş ketibû, vekişiya.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Nasir Hisên wiha axivî: “Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê kiryarên wêrankirinê ne ku dixwaze ewlehiya li herêmê têk bibe. Armanc jî astengkirina diyaloga kurdî-kurdî ye. Ji bo wê hewl dide fitneyê di navbera aliyên Kurd de derxe.”

Hisên diyar kir ku ev êriş bi erêkirina hikumeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê pêk tên. Her wiha piştrast kir ku ew wek ciwan dê her tim li rex HPG`ê bin.

Hisên destnîşan kir ku dewleta Tirk armanc dike projeya neteweya demokratîk têk bibe, ji ber ku daxwazên gelên herêmê yên azadiyê, edaletê û demokratiyê pêk tîne.

Nasir Hisên di dewama axaftina xwe de got: “Dewleta Tirk têkiliyên xwe bi hikumetên Başûrê Kurdistanê û Iraqê re fireh dike da ku vê projeya mirovî ya li herêmê têk bibe. Ji ber wê gelek rêbazên hovane û kirêt bi kar tîne.”

Li aliyekî din jî, endamê rêveber ê Yekitiya Werzîşê ya Minbicê Mistefa Remo destwerdana hovane ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: “Lihevkirinek di navbera wê û hikumeta Iraq û Başûrê Kurdistanê de heye ku Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bikin. Ev yek dê projeya yekitiya kurdî ku dewleta Tirk dijminê wê têk bibe.”

Remo di dawiyê de piştrast kir ku ciwanên şoreşger dê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bisekinin.

(şx)

ANHA