Li Reqayê buhayên sebzeyan ji sedî 50 daketin

Bi destpêkirina berhevkirina sebzeyan û daxistina wan ji sûkên Reqayê re, buhayên sebzeyan ji sedî 50 kêm bûne.

Li Reqayê buhayên sebzeyan ji sedî 50 daketin
10 hezîran, 2021   07:29
REQA-EHMED EL-ESAF

Reqa bi çandina sebzeyên havînê navdar e, nemaze herêmên li ser beravên çemên Firat û Belîxê. Ji ber wê cotkarên herêmê di havînê de hemû cureyên sebzeyan mîna bacanên sor, bacanên reş, kundir, qawîn û zebeş diçînin. Hilberîn têrê dike ku rêgeza xwetêrkirinê li herêmê pêk were bêyî ku sebze ji herêmên din ên Sûriyê derbasî herêmê bibe.

Bi destpêkirina çinîna sebzeyan re û daxistina wê ji sûkan re, nirxê sebzeyan ji sedî 50 daketiye. Kîloya bacanên sor beriya çend rojan 2 hezar lîre bû, lê niha bûye 600 lîre. Xiyar jî bi hezar û 700 lîre bû lê niha 500 lîre ye. Heman rêje li ser hemû cureyên din ên sebzeyan jî derbasdar e.

Di vî warî de cotkarê bi navê Mihemed El-Xelef ê ji gundewarên başûrê Reqayê got: “Me dest bi çinînê kir. Em hewl didin rêgeza xwetêrkirinê li herêmê peyda bikin da ku buhayên sebzeyan li gorî her kesî bin.”

El-Xelef destnîşan kir ku wek cotkarên ku rêgeza xwetêrkirinê li herêmê peyda dikin, divê piştgiriya wan were kirin.

Li aliyekî din bazirganê bi nave Ebdulkerîm El-Xelîl diyar kir ku hilberîna îsal rêgeza xwetêrkirinê ji hemû herêmên Rêveberiya Xweser re peyda kir û hinek bazirgan niha sebzeyan dişînin Kobanê, Hesekê û Qamişloyê.

Komîteya Çandinî û Avdanê ya Reqayê jî hewl dide piştgiriya cotkarên sebzeyên havînê û zivistanê bike, mazot bi nirxekî baş ji wan re pêşkêş dike û perspektîf dide hinek rêxistinên mirovî yên têkildar ên li Reqayê da ku piştgiriya cotkaran bikin.

Mewsima çinîna sebzeyan li Reqayê gelek derfetên kar peyda dike ji çinînê bigire heta bigihêje barkirin û veguhestina wê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/CiNecwr_oIE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>