​​​​​​​Komîteya Diyaloga Navxweyî ya KNK’ê: Agirê nakokiyê bêhtir xweş nekin

Komîteya Diyaloga Navxweyî ya KNK’ê banga sekinandina rageşiya di navbera hêzên Kurd de kir û got “Em ji endam û dilxwazên her du hêzan û xelkên Kurdistanê bi giştî daxwaz dikin ku bi berpirsyarî tev bigerin û agirê nakokiyê bêhtir xweş nekin.”

​​​​​​​Komîteya Diyaloga Navxweyî ya KNK’ê: Agirê nakokiyê bêhtir xweş nekin
10 hezîran, 2021   06:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Diyaloga Navxweyî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî aloziya rojên dawî ya di navbera hêzên kurdistanî de daxuyaniyek da. Komîteyê di daxuyaniya xwe de got:

“Dijwarî û alozî di nav çend hêzên Kurdistanî de di asteke metirsîdar de ne. Vê rewşa ha xelkên Kurdistanê nîgeran kirine. Rûbirûrawestana hêzên Kurdistanî li hember hev û şerê medyayî xelkên Kurdistanê xistine rewşeke wiha kambax, ku rojên tarî yên şerê navxweyî bi bîr tînin. Bê guman ev rewş ji neyarên Kurdistanê re derfeteke ku wan tim xewnên xwe pê dîtiye û wan tim ji bo wê kar kiriye, da bi vî awayî dirêjiyê bi dagirkirinê bidin û ew destketiyên ku bi xwîna sedhezaran cangorî û bi xebat û têkoşana sedan hezaran têkoşer bi dest hatine, ji nav bibin.

Di hel û merceke wiha de şerekî navxweyî di vê qonaxa ku cîhan tê re derbas dibe, şermezariyeke mezin bi ser gelê me de tîne. Di heman demê de kesek ji dost û hevalên me bi dengê me ve nayê.

Li aliyekî din gelek derfet li ber xelkên Kurdistanê û hêzên wê yên siyasî hene, ku ew doza Kurdistanê ber bi eqarekî serketî de bibin û serketinên bêhtir ji bo xelkên Kurdistanê werin bidestxistin.

Bila em bi hev re hewl bidin li şûna şerê navxweyî derfetên sûd û kelkê ji bo berjewendiyên gelê Kurdistanê bibînin.

Me weke Komîteya Diyaloga Navxweyî, ya ku ji çend dezgeh û kesayetiyên her çar beşên Kurdistanê pêk hatiye, hê ji seretayî dijwariyan ve dest bi hewldana navcîtiyê û xweşkirina zemîna diyalogê kir.  Şanda komîteyê serdana herdû aliyên nelihev û piraniya aliyên Kurdistanî yên din kir. Em ê di vî karê xwe de berdewam bin û ji bo aştî û aramiyê çi bikeve ser milê me, em ê bikin.

Em daxwazê ji rêxistin û partiyên hemû beşên Kurdistanê dikin, ku ew ji bo aramkirina rewşê helwesteke ji dil û erênî bigirin.

Her wiha em daxwazê ji hemû kesayetî, rewşenbîr û akadêmîsiyenên Kurdistanê dikin, ku ew helwesteke merdane bigirin û bikevin nav kar û xebatê ji bo navcîtiyê û aramkirina rewşê.

Em ji endam û dilxwazên her du hêzan û xelkên Kurdistanê bi giştî daxwaz dikin, ku ew bêhtir bi berpirsyarî tev bigerin û êrişên medyayî û yên kenalên tevina civakî li dij hev rawestînin û agirê nekokiyê bêhtir xweş nekin.

Ji me hemû kurdistaniyan tê xwestin, ku em bi her şêwazeke demokratîk li dijî berfirehkirina dijwarî û nakokiyê dengê xwe hildin.”