Şêniyên Helebê: Qutkirina avê rêbazeke guhertina demografîk e

Şêniyên Helebê qutkirina ava çemê Firatê wek rêbazeke guhertina demografiyê bi nav kir ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên Sûriyê pêk tîne.

Şêniyên Helebê: Qutkirina avê rêbazeke guhertina demografîk e
10 hezîran, 2021   06:29
HELEB - ARIF SILÊMAN

Dewleta Tirk şerê avê yê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Wê ji 27`ê Çileyê ve ava çemê Firatê li ser herêmê qut kiriye.

Gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vê yekê metirsîdar in ku dewleta Tirk di çarçoveya temamkirina guhertina demografîk de siyaseta birçîkirinê li dijî wan dide meşandin.

Di vê der barê de şêniyên taxa Eşrefiye ya Helebê sûcên dewleta Tirk ên li dijî pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Şêniyê bi navê Ednan Cefer got dewleta Tirk bi rêya avê şerê gelên herêmê dike û diyar kir ku ev şer li  ser gel xetere ye nexasim ku li herêmê pandemiya Koronayê belav bûye.

Cefer destnîşan kir ku bêdengiya sazî û rêxistinên navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk tê wateya ku pê re hevkar in û piştgiriya wê dikin û wiha domand: “Ev li dijî exlaqên mirovahiyê ye. Bi milyonan kes bi rêya vê avê debara xwe dikin. Dewleta Tirk ji bo ku vîna gelan tune bike û wan qir bike bi rêya avê şerê wan dike. Ew dewleteke dagirker e lê nikare vîna vî gelê berxwedêr têk bibe.”

Şêniyê bi navê Hebîb Mihemed ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û cîhanê pirsî: “Gelo çima dewleta Tirk avê li ser milyonan şêniyan qut dike? Ew jiyana hemûyan dixe xetereyê, zirarê bi çandiniyê dike û bi kêmbûna avê re roj bi roj xetereya belavbûna nexweşiyan zêdetir dibe.”

Şêniyê bi navê Hemîd Nasrî jî qutkirina avê wek rêbazeke guhertina demografîk bi nav kir û got: “Qutkirina avê bi awayekî neyînî bandorê li hemû şêniyan dike nexasim zarokan. Bandorê li çandiniyê dike, ji ber wê rûberên fireh ên zeviyan zirar dîtine. Her wiha saetên dayîn kehrebeyê jî kêm bûn.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yrmm0KJE0xE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>