Bi 3 balafirên bêpîlot balafirgeha Bexdayê kirin hedef

Li gorî Şaneya Çapemeniya Ewlehiyê ya Iraqê, balafirgeha Bexdayê bi 3 balafirên bêpîlot hate  hedefgirtin.

Bi 3 balafirên bêpîlot balafirgeha Bexdayê kirin hedef
10 hezîran, 2021   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Çapmeniya Ewlehiyê ragihand ku Şeva borî Baregeha Asmanî ya Beled û Navenda Leşkerî ya Vîkturya ya li Baregeha Navneteweyî ya Bexda ku leşkerên Emerîka lê ne hate hedefgirtin.

Şaneyê di daxuyaniyekê de wiha got: “Balafirgeha Bexdayê ya navneteweyî bi 3 balafirên bêpîlot hate hedefgirtin.”

Li gorî ku tê gotin, her sê balafirên bêpîlot hatine bêbandor kirin.

Hêzên Leşkerî yên Iraqê ragihand ku li niha derbarê bûyeran de lêkolînê dikin.

 (dm)