Dewleta Tirk çeteyan dibe herêmên Behdînan û Soran

Hate zanîn ku dewleta Tirk a dagirker çeteyên xwe di ser Umanê re derbasî balafirgeha Hewlêrê dike û ji wir jî dibe herêmên Behdînan û Soran.

Dewleta Tirk çeteyan dibe herêmên Behdînan û Soran
10 hezîran, 2021   06:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên siyasî yên Rojnewsê, dewleta Tirk a dagirker, çeteyên xwe ji Idlib, Azerbêcan û Lîbyayê vediguhêze Herêmên Parastinê yên Medyayê.

Çavkaniyan diyar kir ku dewleta Tirk komên çeteyan bi balafiran di ser Umanê re derbasî balafirgeha Hewlêrê dike û ji vir jî derbasî devera Hacîomeran a herêma Soran û deverên Behdînan ên li nêzî Dihokê dike.

Çavkaniyan got komên çete li Balafirgeha Hewlêrê dibin kontrola MÎT û rayedarên PDK’ê de tên dabeşkirin û ji bo herêman tên şandin. Ji bo ku neyên nasîn jî, cilên leşkerî yên hêzên PDK’ê li wan tên kirin. Hat gotin ku di nava çeteyan de hinek Kurdên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin jî hene.

Beriya niha jî di gelek saziyên çapemeniyê de nûçe hatibûn weşandin û hatibû gotin ku komên çete ji bo herêma Behdînan tên şandin.