ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-06-2021'AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10-06-2021'AN
9 hezîran, 2021   23:00

-Saziya Êzdîna rûniştineke diyalogê bi sernavê"Destûr me diparêze" li Mala Êzidî ya navçeya Tirbespiyê li dar dixe. Saet di 11:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Şêniyên Herêma Cizîrê dest bi meşa mezin bi diruşma "Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xîyanetê" ji Çerxeriya Osman Sebrî a Qamplo de dest pê dike. saet di 17:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Fransayê re gelek dosya û astengiyên girîng ên li beramber herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş dikin, jê jî dosyaya krîza Sûriyê û çeteyên DAIŞ’ê û dosyaya jinûve avakirinê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyê eşîra El-Selman a li herêma Dêrazorê bang li şêx, rûspî û şêniyên Minbicê kir ku xwe ragirin, zana bin û nekevin xefka kesên hewl didin fitne û rageşiyê derxin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 KURDISTAN

- Rojnamevan û hiqûqnasan diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê, sûcên şer in. Her wiha destnîşan kir ku lihevkirinek di navbera PDK’ê û dewleta Tirk de heye ku bi hezaran ton êzingên daristandên Başûr ji aliyê dewleta Tirk ve tên qutkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Endama Rêveberiya Jinan a Reqayê Cîhan El-Hesen got têkoşîna jinan a domdar a li hemberî tundiyê encama azadbûn û pêşketina wan e. Her wiha destnîşan kir ku hêza jinan rê li pêşiya şoreşeke dîrokî ya mezin vekir ku bi sedan jin tev li têkoşîna siyasî û civakî bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

- Ciwanên Minbicê piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya PDK’ê û piştgiriya hikumeta Iraqê hewl dide Başûrê Kudistanê dagir bike. Ciwanan soza berxwedana li hemberî timayên dewleta Tirk a dagirker da, ku her tim hewl dide Kurdistanê parçe bike û dagirker bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Wezîrên karên derve yên Fransa û Tirkiyê beriya çend rojan li Parîzê, piştî çend mehan ji nakokî û qutbûnê, civînek li dar xist. Di navbera Fransa û Tirkiyê de di encama krîzên li herêmê û şerê Parîsê yê li dijî tundrawiya bi piştgiriya Enqereyê de nakokî çêbûbûn. Gelo sedemên vê serdanê çi ne, çi hat nîqaşkirin û dê encam çi be? (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- Gelo bi rastî Komseriya Bilind a Penaberan a NY`yê di rêgez û nirxên xwe de rêxistineke mirovî ye yan siyasî ye? Heke rêxistineke mirovî ye, gelo çima bê deng e? Çima tu helwestekê li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî kampa Mexmûrê nîşan nade? (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Bi destpêkirina berhevkirina sebzeyan û daxistina wan ji sûkên Reqayê re, buhayên sebzeyan ji sedî 50 kêm bûne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên Helebê qutkirina ava çemê Firatê wek rêbazeke guhertina demografiyê bi nav kir ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî yên Sûriyê pêk tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA