Li Efrîna dagirkirî "girtîgehên mirinê yên veşartî" yên dewleta Tirk

Çavkaniyekî ewlehiyê eşkere kir ku li Efrîna dagirkirî 7 girtîgehên veşartî hene, tê de bi sedan welatî hene ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine revandin. Her wiha îşaret pê kir ku li bakurê Sûriyê ew girtîgeh ên herî krêt in.

Li Efrîna dagirkirî "girtîgehên mirinê yên veşartî" yên dewleta Tirk
9 hezîran, 2021   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dawiya Îlona 2020`an de Nasir El-Herîrî serdana girtîgeha polîsa leşkerî ya li gundê Maratê yê kantona Efrînê ya dagirkirî kir. Bi wê yekê hewl da girtîgeha çeteyan a herî xirab xweşik bike. Her wiha îdia kir ku pîvanên mafên mirovan û qanûnên navneteweyî di vê girtîgehê de di ber çavan re hatine derbaskirin. Rêxistinên hiqûqî û aliyên navneteweyî ragihand ku zêdetirî 3 hezar bûyerên revandinê li dijî welatiyên kurd ên resen ên li kantona Efrînê ji destpêka dagirkirinê ve anku ji 18`ê Adara 2018`an ve pêk hatine. Her wiha zêdetirî 300 kes di bin îşkenceyê de hatine qetilkirin.

Heta jin jî ji bûyerên revandinê derbas nebûn. Hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derdora hezar jin û keçên kurd revandin û îşkence lê kirin. Ev yek jî hatine belgekirin.

Li gorî wan rêxistinan, di nava wan jinan de jî zarok hene ku li beramberî fîdyayan serbest hatin berdan. Lê çaranûsa zêdetirî 400 jinên revandî heta roja me ya îro nayê zanîn û ji aliyê derûnî û bedenî ve îşkence lê hatin kirin û rastî destdirêjiyê hatin.

`GIRTÎGEHÊN EŞKERE`

Girtîgehên Maratê, Reco û Şeran li pêşiya hemû rêxistinan, komeleyên hiqûqî yên herêmî û navneteweyî vekirî ne. Xwarin û vexwarin ji girtiyan re tên pêşkêşkirin ku tawanên wan sivik in.

`GIRTÎGEHÊN VEŞARTÎ`

Çavkaniyekî ewlehiyê yê çeteyên dagirkeriya Tirk ji tora North Palas re eşkere kir ku gelek girtîgehên veşartî di hundirê kantona Efrînê de hene. Çavkanî got girtîgeha baregeha Kefir Cenê beriya demekê hat valakirin, tê de girtiyên ku ji aliyê çeteyên Cebhet El-Şemiyê ve hatine revandin hene ku berê endamên Hêzên Erka Xweparastinê û Hêzên Parastina Civakî ne. Li wê girtîgehê hovantirîn cureyên îşkenceyê û birçîkirina girtiyan tên kirin.

Her wiha got girtîgeha polîsa leşkerî ya li avahiya meclisa qanûnsaz a berê, girtî di jêrzemînan de dimînin. Li gorî heman çavkaniyê ku bû şahidê gelek bûyerên qetilkirinê, çavdêrî li vê girtîgehê giran e, welatiyên kurd ên ku ji aliyê îstîxbarata girêdayî çeteyan ve hatine revandin di vê girtîgehê de tên ragirtin.

Heman çavkanî bi bîr xist ku derdora 250 revandî li wê girtîgehê ne. Rayedarên ewlehiyê yên komên çeteyan û îstîxbarata Tirkiye girtiyan bi emanetan bi navê dikin û dikarin ji 10 heta 30 revandiyan bikujin. Lê dema eşkere bû, ji girtîgeheke bersivîl re hatin veguhestin.

Der barê girtîgehên mezin de ku îstîxbarata Tirkiye çavdêriya wê dike kesên revandî tê de dimînin û têne windakirin yan jî ji cihên nediyar re têne veguhestin. Li gorî agahiyên ku ji kesên revandî hatine girtin ku ew birine girtîgeha Sirûcê ya li wîlayeta Urfa ya Tirkiye yan jî girtîgeha El-Raî (girtîgehan El-Furqan) ku derdora 2 hezar girtî tê de hene û ji aliyê Sultan Murad ve tê birêvebirin.

Heman çavkanî diyar kir ku dibistana Emîr Xubarî ya li Efrînê veguheriye baregeheke hêzên komandos yan jî destwerdana lezgîn. Çavkanî wiha domand: “Di jêrzemînê de girtîgehek girtî hene. Serdan an jî derbasbûna baregehê qedexe ye. Îstîxbarata leşkerî û ya sivîl a Tirkiye sivîlan dişînin wir. Du endamên Hêzên Rizgariya Efrînê yên ku di Nîsana borî de li nêzî baregeha Tirkiye ya li gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawayê hatin girtin di vî girtîgehê de bûn û piştre ew birin cihekî nediyar.”

Çavkaniyê ewlehiyê piştrast kir ku çeteyên koma Ceyiş El-Islam avahiya gerînendetiya Peywendiyê ya berê veguherandiye girtîgeheke gelek xirab e. Tê de bi sedan girtî hene û hemû girtî bi tawana şaneyên partiyê hatine girtin ku girêdayî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ne. Di girtîgehê de gelek kes hatin qetilkirin. Ji ber îşkenceyê gelek girtî astengdar bûn.

Çavkaniyê ewlehiyê destnîşan kir ku avahiya berê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajêr, bûye girtîgeheke girêdayî cîhaza navendî. Nabe sivîl an jî komên çekdar an jî polîsa leşkerî yan jî komandos mudaxeleya wê bikin. Ew girtîgeheke girtî ye û beriya demekê tê de 40 girtî hebûn.

VEGUHESTINA KESÊN REVANDÎ BER BI GIRTGÎEHÊN HEYET TEHRÎR EL-ŞAM VE`

Çavkaniyê ewlehiyê bal kişand ser girtîgeha Mehmûdiyê (avahiya berê ya fermandariya giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn) a li Efrînê ku niha di bin kontrola El-Hemzat de ye û got beşeke girtiyan a wan girtîgehan beriya 20 rojan veguhestine Darit Izê û ji wir birine girtîgeha Sermedayê ku di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de ye û tê zanîn ku girtiyên li dijî wan cezayên darvekirinê hatine birîn, ji wê girtîgehê re tên veguhestin.

Çavkaniyê ewlehiyê wiha lê zêde kir: “Derdora 35 dîlên YPG`ê di nav de 3 endamên YPJ`ê tevî endamên Heyet Tehrîr El-Şam bi perspektîfa îstîxbarata Tirkiye ji wê girtîgehê re hatin veguhestin.”

Li gorî heman çavkaniyê beriya 2 hefteyan 730 girtî ji girtîgeha El-Muheleq a li Ezazê re hatine veguhastin. Çeteyê bi navê Hîşam Dirbale çavdêriya vê girtîgehê dike. Hemû ji girtîgehên El-Raî, Kefir Cenê û Komandos hatine veguhestin ku dihat payîn serbest werin berdan lê dîsa vegerandine girtîgehê.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dm8HUqOc-ZY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>